KURTEPIRS: Sayîme Xakpûr

Heke te nameyek ji xwedê ra binivîsîya dê te çi bigota?

Gelek gilî û gazinên min ji Xwedê hene, bi taybet min ê gazindên rewşa me kurdan jê bikira ku tu çima dengê xwe nakî Xwedêyo…

Kesayetê/a tu herî zêde jê hez dikî kî ye?

Dayîka min.

Heke te bo xwe cîhanek ava bikira te nedixwest çi lê biqewime?

Teqez şer! Cîhaneke aram û hêmin daxwaza her însanekî aştîxwez û bi wijdan e. 

Kîtêba herî zêde tu jê hez dikî kîjan e?

Bi giştî ji kitêban hez dikim û pirtûkxaneke baş im.

Gava tu mirî bi taybet dixwazî kî bê ser gora te, çima? (mirî an sax ferq nake; bi du risteyan) 

Ku ez mirim naxwazim tu kes bê ser gora min, dema sax û di jîyanê de me bila bên serdana min bikin û li kêleka min bin. 

Herî zêde çi te xemgîn dike?

Di demek pir zû de mirina bav. Hîn gelek zû bû divê me salên dûr û dirêj bi hev re derbas bikira lê felek bi me re neyar bû. 

Heke te navek li bircên Dîyarbekirê bikolaya ev dê navê kê bûya?

Hezkirîyê min! 

Te dixwest li kîjan serdemê bijî?

Serdema ku niha lê dijîm!

Heke cardî bihatayî dinyayê, te yê çi tişt cardî bikira?

Ez ê dîsa bibûma wergêr, ji vê beşa xwendinê bi taybet ji edebîyatê pir hez dikim. 

Berîya mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?

Gera cîhanê!

Tu herî zêde çi xeyal dikî?

Welat û jîyaneke azad li gel hemî hezkirîyên xwe!

Li vê heyatê çi di dilê te da bûye kûl û derd?

Hîna tiştek wisa ji bo min nebûye kul û derd, dibe ku hêj zû be û di pêşerojê de biqewime. 

Heke te bixwesta tiştekî xwe biguherî ew dê çi bûya?

Min ê temenê xwe biguhirîba û vegerîyama zaroktîyê!

Serkeftina te ya herî mezin çi ye?

Hewl û têkoşîna ku ji çand û wêjeya kurdî re didim, dibe ku serkeftina min ya herî mezin be.

Şîrove bike