Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Çapa nû ya romana “Gotinên Gunehkar” derket

04/07/2023

Weşanxaneya Avestayê romana Hesenê Metê Gotinên Gunehkar ji nû ve çap û belav kir.

Avestayê, romana Gotinên Gunehkar ya romannûs Hesenê Metê bi bergeke taze ji nû ve çapkir. Gotinên Gunehkar yek ji romanên nivîskar Hesenê Metê ye. Hesenê Metê, yek ji nivîskarên kurd yê berhemdar tê zanîn ku heta niha hejmareka zêde ya çîrok û romanên kurdî nivîsîye.

Nivîsa li ser bergê kitêbê:
Çîroka qedîm… çîroka ku herkes ji bona wê dijî û ji ber wê dimire, çîroka we, çîroka çêbûn û hebûna we keç û lawên ademî. Ev çîrok dibe ku ji bona te, ji bona we keç û lawên ademî nû be, lê ji bo min gelekî kevin e. Bi qasî min û Xwedê kevin û bi qasî min û Xwedê pîr e. Ji bo ku ji mistek ax ademiyan çêneke min gelekî xwe havêt bextê Wî, min çi negotê ku… lê nebû, di dawiya dawîn de dîsa bi a xwe kir. Xwedê bi a xwe kir.
…pêxemberekî bêyî ol, bêyî Xwedê. Ji ber ku anuha bi qasî ku ji Şeytên nefret dikim ez ji Xwedê jî nefret dikim, bi qasî ku ji Xwedê hez dikim ez ji Şeytên jî hez dikim.

Hesenê Mete kî ye?

Hesenê Metê sala 1957an li gundê Tayan yê Erxenîya Dîyarbekirê hatiye dinyayê. Ji ber sedemên malbatî di 11- 12 saliyê xwe da ji gundê xwe derketîye. Çend salan li Nisêbînê û li Diyarbekirê jiyaye. Dibistana navîn û lîse li Mêrsînê qedandîye.

Di geremola salên 70-80an da ji ber sedemên siyasî çend caran hatiye girtin û di girtîgehê da maye. Di dema derbeya 1980an da ji Tirkîyeyê derketiye û çûye Îranê. Li wir tevlî nav pêşmergeyên Komele Zehmetkêşên Kurdistana Îranê bûye. Piştî wê çûye başûrê Kurdistanê. Li gelek gund û bajêrên başûr pêşmergetî kiriye. Wî sê salan pêşmergetî kiriye. Piştra daketîye Sûriyê û ji wir jî bar kiriye Swêdê. Nivîskar Hesenê Metê hê jî li Swêdê dijî.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan