KURTEPIRS: Berken Bereh

Heke te nameyek ji xwedê re binivîsîya dê te çi bigota?

Ka ew bihara ez li bendê bûm

Ka ew karxezala te pesnê wê dida?

Kesayeta/ê herî zêde jê hez dikî  kî ye?

Ehmedê Xanî

Heke te bo xwe cîhanek ava bikira te nedixest çi lê biqewime?

Ferq û meyla di nav mirovan da, şer û pevçûn

Kitêba herî zêde tu jê hez dikî kîjan e?

Birayên Karamazov – Dostoyevskî

Gava tu mirî bi taybet dixwazî kî bê ser gora te, çima? (Mirî an sax ferq nake, bi du risteyan)

Kebanîya min a çûyî rehmetê. Lew piştî wê kêm û sergêj im.

Herî zêde çi te xemgîn dike?

Bêtifaqîya kurdan

Heke te navek li bircên Diyarbekirê bikolaya ev dê navê kê bûya?

Şêx Seîd

Te dixwest li kîjan serdemê bijî?

Destpêka serdema sedsala 20ê li gel entelîjansîya kurdan a li Stenbolê

Heke cardî bihata dinyayê,te yê çi tişt cardî bikira?*

Min ê ji peyvê hez bikira û bi şi’r ê re bida û bistanda

Beriya mirina xwe herî pirr dixwazî çi pêk bînî?*

Li seranserê Kurdistanê bigerim (gund bi gund, gelî bi gelî)

Tu herî zêde çi xeyal dikî?

Kurdistaneke yekpare û kurd li ser serwer

Li vê heyatê çi di dilê te de bûye kul û derd?

Em nebûn wek tu kesî 

Heke te bixwesta tiştekî xwe biguherî ew dê çi bûya?**

Mutewazîbûn û kiçimirovîya xwe

Serkeftina te yî herî mezin çi ye?**

Şi’rên min in

———————————-

(Pirsên destnîşankirî ji *Inan Eroglu û **Marcel Proust hatine wergirtin)

Şîrove bike