Namzeda CHPyê: Koperatîfên jinan projeyên me yên sereke ne

13/03/2024

Di bernameya Namzed Diaxivin da mêhvanê Gulistan Korbanê, ji Partîya CHPyê namzeda Şaredarîya Peyasê Canan Demîr e.

Cananê di bernameyê da behsa hebûna jinan ya di sîyasetê de kir û got,”

“Ji bo jin di qada sîyasetê de hebin û hebûna xwe biparêzin neçar tên hiştin ku wekî mêran tevbigerin. Yek ji sedema namzetîya min jî ew bû ku vê hişmendîyê bişkînim û ji holê rakim.

Ya duyemîn jî ji bo xizmetê ji xelkê xwe re bikim bûm nazmet. Taybet em ê ji bo jinan kar bikin û ji wan re rêyên debarê vebikin. Koperatîfên jinan projeyên me yên sereke ne.”

Gulistan Korban

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Bir yanıt yazın

Your email address will not be published.

Weşana berê

Malpera Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin

Weşana paşê

Yek ji rêyên bingehîn a çareserkirina sansura online: Collateral Freedom

Te hay ji vê heye?