Kurd derbarê qeyûman da çi difikirin?

Navenda Fikrê û Lêkolînê Spectrum Houseyê berî hilbijartina 31ê Adarê lêkolîneka qadî kirîye ka nêrînên xelkê derbarê qeyûman da çi ne.

Lêkolîn li bajarên kurdan ligel 1351 kesan hatîye kirin, pirs ji wan hatine kirin û dane hatine berhevkirin.

Di lêkolîna qadî da, pirsên wekî Tesîra Qeyûman li ser Xizmetên Herêmê, Tesîra Qeyûman li ser Beşdarîya Hilbijartinan, Tesîra Qeyûman li ser Mafê Hilbijartinê, Tesîra Qeyûman li ser Îfade û Azadîya Rêxistinan heye an ne?, Tesîra Qeyûman li ser Çalakîyên Çandî û Ka Qeyûm Astengîyan li ber Zimanê Zikmakî derdixin an ne? ji beşdarên kurd hatine kirin.

Hûn tayînkirina qeyûman çawa dinirxînin?

Ji sedî 75,5 tayînkirina qeyûman bo ser bajarên kurdan durist nabînin, ji sedî 13,1 durist dibînin.

Hûn tesîra qeyûman li ser şaredarîyên herêmê çawa dinirxînin?

Ji sedî 70,3 tesîra qeyûman li ser xizmetên herêmê xerab dibînin, ji sedî 14,4 baş dibînin.

Gelo dê tayînkirinên qeyûman tesîreka çawa li ser beşdarîya hilbijartinê bike?

Ji sedî 38,6 di wê bawerîyê da ne ku ji ber qeyûman dê beşdarîya hilbijartinê kêm be, ji sedî 26,6 di wê bawerîyê da ne ku dê beşdarî zêde bibe.

Ez tayînkirinên qeyûman wekî mudaxeleyeka li ser mafê xwe yê hilbijartinê dibînim?

Ji sedî 61, 7 wekî mudaxeleyekê dibînin, ji sedî 6,2 wekî mudaxeleyekê nabînin.

Ez tayînkirinên qeyûman wekî tesîreka xerab li ser azadîya xwe ya fikrî dibînim?

Ji sedî 57,4 wekî tesîreka xerab li ser azadîya xwe ya fikrî dibînin, ji sedî 7 wekî tesîreka xerab nabînin.

Ez tayînkirinên qeyûman wekî mudaxeleyekê li ser mafê xwe yê rêxistinîbûnê dibînim?

Ji sedî 50 wekî mudaxeleyekê li ser mafê xwe yê rêxistinîbûnê dibînin, ji sedî 7,8 wekî mudaxeleyekê nabînin.

Ez wisa difikirim ku tayînkirinên qeyûman tesîreka baş li ser çalakîyên çandî dike?

Ji sedî 33 di wê bawerîyê da ne ku tesîreka xerab li ser çalakîyên çandî dike, ji sedî 10 wekî tesîreka baş dibînin.

Qeyûm rê li ber perwerdeya bi zimanê zikmakî vedikin?

Ji sedî 61 di wê bawerîyê da ne ku qeyûm rê li ber perwerdeya bi zimanê zikmakî digirin, ji sedî 15 di wê bawerîyê da ne ku qeyûm rê li ber vedikin.

Ez wisa difikirim ku tayînkirinên qeyûman tesireka xerab li ser aşitîya civakê dikin?

Ji sedî 66,8 di wê bawerîyê da ne ku qeyûm tesîreka xerab li ser aşitîya civakê dikin, ji sedî 20 di wê bawerîyê da ne ku tesîreka xerab nake.

Ez wisa difikirim ku tayînkirinên qeyûman bikaranîna zimanê zikmakî li sazî û dezgehan sînordar dike?

Ji sedî 60 di wê bawerîyê da ne ku qeyûm zimanê zikmakî sînordar dikin, ji sedî 24 di wê bawerîyê da ne ku sînordar nake.

Şîrove bike