Îsraîl bi tohmeta “komelkujiyê” wê li Dîwana Edaletê ya Navnetewî bê dadgehkirin

Komara Afrîkaya Başûr ji bo Îsraîl bi sûcê “komelkujiyê” li Dîwana Edaletê ya Navneewî (ICJ) bê dadgehkirin, doz vekiribû. Danişîna yekem û ya duyem wê îro û sibê (11 û 12ê Kanûna Paşiyê) li Laheyê pêk bê. 

Afrîkaya Başûr Îsraîlê bi wan tiştan tohmet dike ku li Xeta Xezeyê komelkujiyê dike. Ji bo vê jî dosyayek amade kiriye ku ji 84 rûpelan pêk tê. Di dosyayê de behsa komelkujî û wêrankirinên ji 7ê Çiriya Pêşiyê û heta niha tên kirin û her weha astengkirina av, xwarin, derman, sotemenî, starbûn û alîkariyên din ên mirovî jî hatiye kirin. 

Îdîayên ku Afrîkaya Başûr tîne ziman

Afrîkaya Başûr îdia dike ku Îsraîlê bi sê şêwazan Peymana Pêşîlêgirtin û Cezakirina Komelkujiyê ya NYyê bin pê kiriye. 

Li gorî van îdiayan, Afrîkaya Başûr gotiye ku Îsraîl di wan operasyonên li Xezeyê pêk tîne de, dixwaze gelê Xezeyê yên ji heman netewê, nîjad û olê ye bi armanca qir bike, bikuje, bi rengekî cidî ziyana laşî yan jî bîrayî bide wan, dixwaze şert û mercên jiyanî yên xezeyiyan bi zanebûn biguherîne ku di encama wê de hebûna wan a laşî ji holê rabe. 

Afrîkaya Başûr diyar kiriye ku Îsraîl di pêşîlêgirtina komelkujiyê de bi ser neketiye. 

Herî jî îdia kiriye ku Îsraîl rayedarên komelkujiyê teşwîq dikin, ceza nake. 

Ji bo berdewamîya nûçeya bianetê bitikîne.