Ji bo 14 bajaran qedexe hat ragihandin

Li 12 bajarên Kurdistanê, li Amed, Mêrdîn, Bedlîsê, Dêrsim, Êlih, Sêrt, Çewlîg, Agirî, Mûş, Şirnex, Qers û Colemêrgê, û li du bajarên Tirkîyeyê, li İzmir û Edeneyê jî piştî biryarên Doza Kobanîyê, 4 rojan hemî cure çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin.

Piştî dîyarbûna biryarên Doza Kobanîyê yên li ser sîyasetmedarên kurd li 12 bajarên Kurdistanê û li du bajarên Tirkîyeyê qedexe hatin ragihandin.

Ji ber dozê bi giştî 108 siyasetmedar û endamên HDPyê tên darizandin û 18 ji wan girtî ne.

Dadgehê bi hinceta 47 tawanên cuda bi giştî 42 sal cezayê zîndanê da hevserokê berê yê HDPyê Selahattin Demirtaş û 29 sal ceza jî da Figen Yüksekdagê.

Herwiha Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Türk ji Doza Kobanîyê ceza wergirt.

Li gorî biryarên qedexeyê, hemû çalakiyên wekî xwepêşandan, meş, grev, civîn, vedana kon û standan dê 4 rojan qedexe bin.

Şîrove bike