Komeleya Rojnamegeran a Dicle û Firatê(DFG)  “Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran a Sibata 2022an” eşkere kiriye.

Di raporê de hatiye destnîşankirin ku di êrişa Rûsyayê ya li ser paytexta Ûkraynayê Kîevê de rojnamevan Yevhenii Sakun hatiye kuştin û wiha hatiye gotin: “Sedema wê çi dibe bila bibe, em êrişên li ser rojnamevanan qebûl nakin. Em rojnamevan Yevhenii Sakun bi rêzdarî bibîr tînin.” 

Rapora DFGê wiha ye: 

“Cîhan di bin çewisandina kapîtalîzmê de her ku diçe ber bi zahmetiyê ve xwar dibe û kapîtalîzma xwînxwar jiyan li mirovan dijwartir dike. Şerê ku niha li Ukraynayê destpêkiriye û bi awayekî hovane berdewam dike jî, encameke vê rastiyê ye. Dîsa mirov têne qetilkirin, dîsa bajar têne wêrankirin, dîsa xweza tê talakirin û careke din erdnîgar ji bo jiyana zindiyan dibe weke dojeh. Lê ev şer careke din dewlemedan bêtir dewlemend dike, baronên şer bêtir dike serdest û dike ku hêzên hegemon zordestiya xwe li ser tevahiya cîhanê ferz bikin. 

“Di şeran de yên herî zêde zirarê dibînîn helbet sivîl in. Mirov dikare bêje ku tu berjewendiyên gelan ji şer tine ye. Di şerê Rûsya û Ukraynayê de jî dîsa yên têne kuştin mirovên sivîl in. Û mixabin di nava van sivîlan de rojnamevan jî hene. Herî dawî li Kîevê di êrîşa 1’ê Adarê de rojnamevanê bi navê Yevhenii Sakun hate qetilkirin. Em careke din bi bîr bêxin ku rojnamevan ji bo bûyeran ji raya giştî re ragihînin ked didin. Pêdivî pê heye ku di her şert û mercî de bêne parastin. Lewma sedem çi dibe bila bibe em êrîşên li ser rojnamevanan qebûl nakin û em careke din rojnamevan Yevhenii Sakun bi rêzdarî bi bîr tînin.” 

“Helbet di bin siya şerê li Ukraynayê de em meheke din li dûv xwe dihêlin. Li Tirkiyê meha Sibatê dîsa bi binpêkirinên mafên rojnamevanan derbas bû. Wek tê zanîn di zindanan de hê ji bi dehan rojnamevan hene û di gel hemû bangawaziyan nayên berdan. Berovajî vê yekê zext û zorên li ser yên li derve jî derdikeve asta herî jor. Di miha Sibatê de dîsa rojnamevan rastî êrîşan hatin, hatin bincavkirin, tehdit kirin û astengkirin. Her wiha mixabin hempîşeyekî me jî di encama êrîşekî de hate kuştin. Gungor Arslanê ku xwediyê rojnameya Kocaeli Ses’ê bû, di êrîşa hin çeteyan de hate qetilkirin. Wisa xûyaye ku Gungor Arslanî bi nûçeyên ku çêdikir gelek derdorên xêrnexwaz aciz kiribû. Lewma Gelek caran hatibû tehditkirin. Lê ew dev ji çêkirina nûçeyan bernedida. Em hêvî dikin ku kujerên wî bi awayekî vekirî bêne diyarkirin û darizandin. Û ev bûyer jî weke qetilkirina bi dehan rojnamevanên Kurd di tariyê de nemîne.” 

Ceza li rojnamegeran birîne

“Di meha Sibatê de dîsa bi hincetên pûç lêpirsîn û doz li rojnamegeran hatine vekirin û bi dehan jî hatine darizandin. Ji rojnamevanên ku dihatin darizandin Mehmet Şahîn, Denîz Yucel, Selda Manduz, Dûrket Suren û Berîvan Altan zêdeyî 16 sal ceza li wan hate birîn. Ev rewş jî dide xûyakirin ku li Tirkiyê hê jî rajnamevanî weke sûc tê dîtin.”

“Desthilatdar dibêje ku “hun dikarin rojnamevanî bikin lê bi qasî ku em dixwazin!” Lê bele em vê nêzîkatiyê qebûl nakin. Rojnamevan ne leşkerê we ne û bi emr û fermana we tevnagerin. Pêwîste hun jî vê rastiyê bibînin û ne bi dilê we be jî qebûl bikin.” 

“Zilmê bi dawî bikin”

 “Dîsa di vê meha derbasbûyî de RTUK li hin televîzyonan ceza birîn, qedexeyên weşanan pêk hatin, bi dehan nûçe hatin astengkirin û malperên internete yên hin saziyên çapemeniyê hatin girtin. Balkêşe ku hin rojname, kovar û pirtûk, di gel ku biryara qedexekirina wan tinebûn jî bi daxwaza dozger û bi biryara dadgeha Amedê hatin qedexekirin û biryara berhevkirina wan hat dayîn. Weşanên ku di nav de rojnameyên Xwebûn, Yenî Yaşam, kovarên Jîneolojî û Demokratîk Modernîte jî hebûn bi awayekî derhiqûqî hatin qedexekirin. Ev nêzîkatî bi awayekî fermî dijminatiya çapemeniya azad e û bi tevahî derveyî hiqûqê ye. Vê yekê em ji biryara di derbarê rojnameya Xwebûnê de hatiye dayîn zanin. Dadgeha Sulh a Cezayê yê Enqerê destnîşan kir ku biryara qedexeya ji bo malpera înternetê ya Xwebûnê hatiye dayîn ne hiquqî ye û biryarê betal kir. Helbet ji xwe me vê yekê zanibû lê dadgehê jî bi biryara xwe vê yekê pesend kir.” 

 “Di gel evqas binpêkirinên mafan yên di qada rojnamegerî de jî, em wek rojnamevan ji bo jiyaneke hevpar û azad bi hêvî ne. Tu şer, zilm û zor, pêkutî û kiryarên faşizan nikare me ji vê hêviyê qût bike. Lewma em bang li desthilatdaran dikin ku bila destê xwe ji jiyana mirovahiyê ya bi aram bikişînin û zilma xwe jî hildin cem xwe û herin! Gelên aştîxwaz yên cîhanê wê vê erdnîgariyê bi aştî û aramiyê bixemilînin.”