Li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî dê rewşa muzîka kurdî bê nîqaşkirin

Li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî dê rewşa muzîka kurdî bê nîqaşkirin
Li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî dê rewşa muzîka kurdî bê nîqaşkirin
Botan Times
  • 24 Ocak 2023 19:01

Hunermendên Kurd Tara Mamedova û Alî Tekbaş wê li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya Stenbolê ser rewşa muzîka kurdî biaxivin. 

Organîzasyona ku ji aliyê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî tê sazkirin wê bi sernava dê 3yemîn Rêze Semînerên Kurdî de Rewşa Muzîka Kurdî bê nîqaşkirin. 

Stranbêj Tara Mamedova dê li ser “Di mûzîkê de estetîk û hunera sehnê”, Solîstê Koma Lawje yê Alî Tekbaş jî ser “Berhevkariyên LaWjeyê û Kargehên muzîkên herêmî” biaxive. 

Stranbêj Berfîn Aktay jî dê moderatoriya semînerê bike. 

Semîner dê di 28ê Çile de saet di 15.00 de Teresa Weqfa Îsmaîl Beşîkçî pêk bê.  

Wekfa Beşikçî çi dike?

Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li ser navê Dr. Îsmaîl Beşîkcî ku temenê xwe li ser xebatên Kurdî,  bi awayek azad vegotina fikarên rexneyî û ji bo parastina azadiyên akademîk feda kiriye, bi armanca vejandina têkoşîna wî, xebatên wî û rêbaza wî ya zanyarî di sala 2011an de hatiye avakirin.

Weqf ji bo pêşketina azadîyên vegotinê û akademîk û ji bo bihêzkirina qada xebatên Kurdî dixebite, heta îroj ligel gelek panel, semîner, civîn, kargeh û akademîyan di sala 2013an de yekemîn konferansa xebatên Kurdî yên navneteweyî lidarxistîye.