Lîstikvanê Îsraîlî yê Antalyasporê hat desteserkirin

Lîstikvanê Îsraîlî Sagiv Jehezkel hat desteserkirin.

Duhî lîstika Trabzonspor û Antalyasporê hebû û maç 1-1 beramber xelas bû ku gola Antalyasporê lîstikvanê Îsraîlî Sagiv Jehezkel tomar kir.

Piştî Sagiv golê tomar dike paçika destê xwe nîşan dide ku li ser paçika destê wî ‘100emîn roja êrişa 7ê Çiriya Pêşînê’ hatîye nivîsîn.

Di nivîsê da behs dike ku 100 rojên dawî, Hemasê 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan dest bi êrişa xwe ya li ser Îsraîlê kirîye.

Ji ber wê nivîsê ewil ji kadroyê tê derxistin paşî jî ji alîyê Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê ve bi hinceta “teşwîqkirina gel a kîn û dijminatiyê” hat desteserkirin.

Şîrove bike