Gelo zanîn hêz e?

Mesele ne zanîn e, mesele kontrolkirina zanînê ye. Her zanyariya ji aliyê kesek dî ve li ser me tê çêkirin, û bo me tê dayin, me ze’îftir dike. Divê em vê zanînê hilweşînin û zanîna xwe ava bikin.

***

Di gotûbêjên rojane de an jî li ser torên civakî li ser devê her kesî gotinek heye: Cehalet, anku nezanî. Gunehkarê herî mezin cehalet e. Çi belayên tên serê me hemî ji ber nezaniyê ne. Kurd di vî halî de bin, binasê nezaniyê ye. Xelk li hevdu bidin binasê nezaniyê ye. Du erebe li hev biqelibin binasê nezaniyê ye… Gelo bi rastî jî welê ye? Gelo bi rastî jî nezanî hinde tesîrê li jiyana me dike? Madem serê hemî belayan nezanî ye, nexwe em pirtûkên dinyayê hemiyê bixwînin em ê rizgar bibin? Em zana bibin dê meseleyên me hemî safî bibin? Em ê ji bindestiyê xilas bibin? Em ê bibin xwediyê desthilata xwe?

Rast e, hin bandorên nezaniyê li ser jiyana me hene. Bo mînak, heger di babetekê de zanîna mirovî kêm be mirov nikare bi awayekî saxlem biryarekê bide û meseleyê safî bike. Mînak di warê tenduristiyê de zanîna mirovî kêm be belko mirov nekare xwarina xwe an jî dermanên xwe li gor nexweşiya xwe bixwe. Mirov ji maf û rêbazên mafxwestinê ne haydar be belko mirov nekare bi hêsanî mafên xwe biparêze. Mirov nezan be belko mirov hêsantir ji aliyê kesên dî ve bê manîpûlekirin û îstîsmarkirin. Ev tişt jî dikarin hêza mirovî kêm bikin.

Lê divê mirov bizane ku zanabûn hemî meseleyan safî nake. Bo mînak piraniya cixarekêşan dizanin cixare ji siheta mirovî re ne baş e lê dîsa jî dest jê bernadin. Gelek kes dizanin xwarina fêkî û sebzeyan baş e lê gelek kes naxwin. Gelek kes rêbazên dewlemendbûnê dizanin lê dewlemend nabin. Yanî hişyarkirina mirovan dikare heta dereceyekê mirovan hêzdar bike lê zanîn tenê mirovî hêzdar nake. Jiyana mirovan bi piranî ne ji aliyê zanîna em pê dihesin tê diyarkirin. Yanî jiyana mirovan ne li gor wê zanîna me ji pirtûkên felsefê û dîrok û zanistê girtî şeklê xwe distîne. Piraniya caran jiyana mirovî ji aliyê wê zanînê ve tê diyarkirin ku em ne haydarê wê zanîna xwe ne. Bo mînak em çawa didanê xwe firçe dikin, çawa pêlava xwe girê didin, çawa dimeşin, çima ji goşt û savarê hez dikin, çima li ser doşekê rûdinin, çima bi destan zeytûnan dixwin… Ev zanînên em bi zelalî jê ne haydar in, dihêlin em di jiyana xwe ya rojane de bi awayekî sivik û zûtir biryaran bidin. Ji aliyekê ve pêdiviya me ji vê nehaydarbûnê heye. Em nikarin her gav bifikirin ka em pêyê xwe yê rastê bavêjin an yê çepê. Çep, rast, çep rast… Jiyan bi vî awayî nameşe. Lê jiyana me ya rojane piranî ji van biryaran pêk tê. Ne ji wan biryaran ku me ji pirtûkên felsefe û dîrokê girtî.

Heger ji vê derê em dîsa vegerin ser pirsa xwe ka “gelo zanîn hêz e?” em ê bibînin ku kî van biryarên bêyî haydarî li me bide kirin xwediyê hêzê ew e. Yanî ne zanîn, lê kontrolkirina zanînê hêz e. Ji ber ku çêkirin û kontrolkirina zanînê şêwaza jiyana me diyar dike. Ew diyar dike çi tişt rast e çi tişt xelet e. Çi tişt normal e çi tişt ne normal e. Çi tişt şerm e çi tişt ne şerm e. Normên civakê ew diyar dike. Heta ku di dîrokê de çi qewimiye çi neqewimiye hemiyê ew diyar dike. Fîlozofê Fransî Michel Foucault dibêje kî xwediyê gotinê (discourse) be xwediyê hêzê ew e. Ji ber ku tenê yek rastî nîne, kî rastiya xwe li yê dî bide qebûlkirin xwediyê hêzê ew e.

Ka ez hin mînakên “rastiyê” bidim we. Çi “rastî” ji me re tên gotin û em çi ji xwe fêm dikin. Li gor gotin an dîskûrsa Tirkan ev zanîn hene û wek rastî tên qebûlkirin:

Kurd ne milet in.

Kurdî ne ziman e.

Kurdan ti caran dewlet ava nekirîne.

Kurd ji zimanê hevdu fêm nakin.

Kurd ji hevdu re xayîn in.

Eşîretên Kurdan bi şev û roj xwînê dirijînin.

Şêx Seîd ajanê Ingilîzan bû.

Nabe di dewletekê de du zimanên fermî hebin.

Navê vî bajarî Tunceli ye (ne Dêrsim e).

Di maça Galatasaray û Manchester Unitedê de divê em piştgiriya Galatasarayê bikin.

Divê em li ser qenepeyî rûnin (ne li ser doşekê).

Divê em zeytûnan bi çetelî bixwin (ne bi destî).

Em dikarin vê lîsteyê dirêj û dirêj bikin. Ev rastiyên çêkirî ji zarokatiyê heta mirinê ji me re tên gotin û bûne parçeyeke ji jiyana me. Ji perwerdeya fermî bigire heta medyayê û sohbetên rojane her roj di guhê me de hatîne xwendin. Ev rastî ketîne nêv xwîna me û em pê jî nahesin. Niho pirsa min ev e, gelo em van tiştan bizanin em bihêztir dibin an na? Yanî zanîn hêz e an na? Gelo bi zanîna van, em ne ze’îftir dibin? Em ne şerm dikin li ser doşekê rûnin û zeytûnan bi destî bixwin? Em ne ji xwe û rastiya xwe şerm dikin, ji ber rastiyên xelkê?

Yanî mesele ne zanîn e, mesele kontrolkirina zanînê ye. Her zanyariya ji aliyê kesek dî ve li ser me tê çêkirin, û bo me tê dayin, me ze’îftir dike. Divê em vê zanînê hilweşînin û zanîna xwe ava bikin (counter-knowledge). Ji ber vê, çi derfetên me heyîn divê em ji bo xwe bi kar bînin. Mînak îro ev gotar di Botan Timesê de tê weşandin. Ev dezgehek e em dest ji rastiyên xelkê berdin û zanîna xwe ava bikin. Dema kontrola zanîna me ket destê me hingê em ê bibin xwedî hêz û desthilat.  

Şîrove bike