Kurdî li ser Wîkîferhengê bûye 8emîn zimanê dewlemend yê cîhanê

30/09/2023

Kurdî, li ser Wîkîferhengê Farisî, Tirkî û Erebî derbast kir û bû 8emîn zimanê herî dewlemend ê cîhanê.

Li gorî nûçeya Rûdawê, zimanê kurdî ji alîyê peyvan ve bûye heştemîn zimanê herî dewlemend ê cîhanê.

Li gorî daneyên Wîkîferhengê (Wiktionary) ya beşa ferhengê ya Wikipedîyaya Îngilîzîyê, Kurdî bi 918 hezar û 123 peyvan di nav 168 zimanan da di rêza heştemîn a cîhanê da cih digire.

Wîkîferheng malperek e ku axêverên kurdî dikarin peyvan li malperê zêde bikin ku ew xizmeta belaş didin. Peyvên ku li malperê têne zêdekirin, di bin çavdêrîya heft lêkoleran da têne qebûlkirin û paşî li ser malperê têne zêdekirin.

Kurdî, piştî Îngilîzî, Fransî, Malagasî, Çînî, Rûsî, Yunanî û Almanî di rêza heştemîn da cih digre û her roj peyvên nû lê tên zêdekirin.

Kurdî, di rêza heştan da cih digire ku bi tenê lêzedekirina ji zaravayên Kurmancî û Soranî pêk tê. Lêbelê peyvên zaravayên kurdî Goranî, Kirmanckî (Zazakî/Dimilî) û Lorî tê da cih nagirin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Şîrove bike

Weşana berê

Mesud Gever klîba xwe ya nû weşand

Weşana paşê

Gelo zanîn hêz e?

Te hay ji vê heye?