Edebîyat û Hestmendîya Zimanî

Çarenûsa ziman û edebîyatê bi hev ve girêdayî ne. Eger em bi rastî jî dixwazin zimanê xwe rizgar bikin divê em pêşî berê xwe bidin edebîyata xwe ya heyî, pê ra hogirî bikin, bibin çavnasê rengûrûyê wê, xweşîyên wê biçêjin, pê ra hemhal bibin û wê di hebûna xwe da  biguvirînin.

***

Edebîyat ne bi mijara xwe, bi rêbaz û şêwaza xwe ji dîsîplînên din ên mirovî vediqete. Mijara edebîyatê mirov e, civak e, dîrok e, sîyaset e, bawerî ye û gelek tiştên din e; lê edebîyat ne civaknasî, dîrok, sîyasetnasî, îlahîyat û tiştên din e. Taybetmendîyên wê yên xeyal, şexsîbûn û hestyarîyê wê ji zanistbûnê dûr bixin jî bêhtir nêzîkî ruhê mirovî dikin. Ji ber vê edebîyat ji hemû dîsîplînên din zêdetir xizmeta têgihîştina rastî û jîyana mirovan dike û şopên mirovbûnê tê da xurttir in. Nexwe ji bo çêkirina hestmendîya zimanî edebîyat derfetên baş di xwe da dihewîne û dibe pirek ji bo gihiştina ruhê mirovî. Bi vê rêyê di navbera mirov û zimanî da têkilîyên xurt çê dibin û deng, reng û bêhnên wan têhilkêşî hev dibin.

Ji ber vê têkilî û pevalînê, em dikarin bibêjin ku di navbera geşedana edebî û hestmendîya zimanî da hevterîbîyeke erênî heye. Lewra edebîyatên mezin di bingeha xwe da hestmendîyeke bihêz a zimanî li cem xwendevanên xwe çê dikin û dibin rê û rêbazên karîger ji bo berdewamî û geşedana van zimanan. Berhemên edebîyatên weha xwe berdidin kûrahîya hiş û hestên mirovî yên herî tarî, veşartî û aloz, li kuncên herî tarî yên ruhê mirovî dibin bînahî û bêhnfirehî, di demên lalbûnê da ji wan ra dibin ziman, li hember korerêyên jîyanê hêza firîn û têperînê bexşî wan dikin û xwendevanên xwe li hemû rewş û astên cîyawaz ên jîyanê digerînin. Bi vî awayî zimanên van deqan wek melodîyeke ahengdar a jîyanê ji her alîyî ve xwendevanên xwe dorpêç dikin û dibin parçeyeke hebûna wan.

Edebîyatên ku digihîjin asteke weha bilind, piştî demekê ji sînorên xwe yên etnîk derbaz dibin, li derveyê cografyaya xwe ya neteweyî dengvedaneke mezin çê dikin û di nav xwendevanên xwe da  hestmendîyeke bihêz a zimanî çê dikin. Lewra ev ziman xwedî edîbên ew çend bihêz in ku ji bo her hal û rewşeke jîyanê gotin yan risteyeke wan di kêlîyên pêwîst da li ser zimanê xwendevanên wan şîn dibe. Carinan wek hebekê serêşîya wan ditemirînin carinan jî dibin zimanhalê coş û kêfxweşîya wan ku wê gavê ji bo wan kesan ev rewş tenê bi gotinên van edîban dikarin bên şayesandin. Ji alîyê din ve hin caran karakterên berhemên van edebîyatan ew çend karîgerî li ser xwendevanan çê dikin ku ji bo dîyarkirina gelek kêşe û taybetmendîyên civakî, sîyasî û derûnî dibin hêmayên giring û ji mirovên rasteqîne zindîtir û rasttir dibin.

Ji bo nîşandana vê dîyardeyê Hemze Begê Miksî di pêşgotina Mem û Zînê da (1919) dîyar dike ku herçend fars ji alîyê etnîk ve hindik bin jî ji ber xurtîya edebîyata wan mîna heyûlayê li her cihî peyda dibin. Lewra bi edîbên xwe yên mîna Fîrdewsî, Mewlana, Sadî, Nîzamî, Xeyam, Hafiz, Nîma, Furûx, Şamlû û gelekên din, dibin berdevkên hestên kûr ên mirovî û ji bo her rewşekê bi gotin û malikekê, xwe û zimanê xwe tînin bîra xwendevanên xwe û di gel navê xwe, hebûna zimanê xwe jî nemir dikin. Ji ber vê girêdana bihêz, wergirên zimanên weha li hember zimanên herî payedar jî dest ji zimanên xwe bernadin û heta bêgav nemînin zû bi zû xwe li zimanên din ranakêşin. Lewra hestmendîya wan a zimanî di navbera wan û zimanê wan da peywendîyeke evînî çê dike ku tu hokareke derekî nikare vê girêdanê sist bike.

Ez dikarim bi kêfxweşî bibêjim ku heta radeyeke baş ev hestmendîya zimanî di nav kurdên me yên Başûr û Rojhilatê da jî heye û ji ber vê hestmendîya xurt a zimanî kurdîya soranî îro ji hemû zarên din ên kurdîyê bihêztir û zindîtir e. Ez bi xwe çend caran rast hatime ku bêjerên ciwan ên televîzyonên Başûrê di bernameyên sîyasî da, tevî dûrbûna mijaran jî, ji bo derbirîna rewşeke rojane ya sîyasî malikên Nalî bi kar anîne. Bi heman awayî li ser medyaya civakî ez gelek caran rastî hin malikên Pîremêrdî têm ku ji alîyê birayên me yên başûrî ve ji bo rewşeke dîyarkirî ya rojane bi kar tînin û xwe li hêza van malikên edebî digirin. Bêguman ev nîşaneyên giring ên hevterîbîya zindîbûna edebîyatê û hestmendîya zimanî ne ku ji bo beşeke miletê me cihê şanazîyê ye.

Mixabin em heman helwest û rewşê di heman astê da di nav kurdên me yên kurmanc da nabînin. Ji ber rewşa me ya nelibar a sîyasî û civakî, nebûna perwerdeya bi zimanê kurdî û kêmbûna xwendina deqên edebî, em di çêkirina hestmendîya zimanî da nikarin weku pêwîst ji hêza edebîyatê sûd wergirin. Ji ber vê jî ji bilî çend malikên berbalav ên Xanî û Cegerxwîn, em di nav piranîya xwendayên bakurî da rastî vê şopê nayên û karîgerîya xwendina edebîyata kurdî û çêja zimanî ya ku ji vê xwendinê bi dest dikeve, ji gotinên wan dîyar nabin. Ji xwe ev ji gelek alîyan ve xwe nîşan dide û di demên axiftinê da zimanê kurdî di nav devên gelek kesan da dibe nokeke hişk ku ne dikarin bixwin ne jî biavêjin. Lewra dema ku hevîrtirşê hestmendîya zimanî li cem mirovî kêm be ziman di devê mirovî da hilnayê, napije, nabe nan û nayê xwarin.

Ev nîşan dide ku çarenûsa ziman û edebîyatê bi hev ve girêdayî ne. Eger em bi rastî jî dixwazin zimanê xwe rizgar bikin divê em pêşî berê xwe bidin edebîyata xwe ya heyî, pê ra hogirî bikin, bibin çavnasê rengûrûyê wê, xweşîyên wê biçêjin, pê ra hemhal bibin û wê di hebûna xwe da  biguvirînin. Piştî vê hevrêtîyê dê ziman wek çemekî boş bi ser hiş û hestên me yên terikî da biherike, wek melodîyekê jihên jîyana me bilerizîne û hêz û ruh bide edebîyateke nû. Ev edebîyat jî dê me hem bi serdema me ve girê bide hem jî hestmendîya me ya zimanî bihêztir bike.  

Şîrove bike