Doz li ser “Konuş Sen Nerelisin” hat vekirin

Derbarê Süleyman Solgucak da doz hat vekirin, wî di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê da gotibû “Konuş Sen Nerelisin”( biaxive tu ji ku yî).

Di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê da, gelek polîs û leşker hatibûn veguhastin bo ser sindoqên Bakurê Kurdistanê. Hem Dem Partîyê hem jî xelkê nerazîbûna xwe anîbû ziman û roja hilbijartinan jî xelk li dijî wan kesan sekinî, ew kesên ji derveyî bajarî bo bikaranîna rayê hatibûn.

Li Şirnexê, Süleyman Solgucak yek ji wan kesan bû ku ew li dijî wan kesan sekinîbû û berteka xwe nîşan da bû, wî ji wan ra gotibû “Konuş Sen Nerelisin”. Vê yekê li nav xelkê gelek deng veda û em dikarin bibêjin ku wekî sembola wê hilbijartinê hat dîtin ji terefê kurdan ve.

Doz bi îddîaya ku “Nehiştine hilbijêr biçin ser sindoqan” hatîye vekirin.

Li gorî dosyeya taybet ya Ajansa Mezopotamyayê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê derheqê Salgucak, Hevserokê Partîya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Şirnexê Abdullah Gungen û Tufan Ertaş da îdianame amade kir. 

Dadgeha Cezayên Giştî ya Şirnexê îdianame qebûl kir. Di îdianameya ji 3 rûpelan pêk tê de ji bo her sê kesan îdiaya “Bi rêya gefxwarin/tundiyê nehiştin hilbijêr bikevin qada sindoqê û dengê xwe bidin” hate kirin. Di îdianameyê de îfadeyên her sê kesan jî cih girtin û gotina “Biaxive, tu ji ku yî?” weke delîl hate nîşandan. 

Balkêş e ku gotina Salgucak a “Biaxive, tu ji ku yî?” di îdianameyê de weke “Polîs tu ji ku yî, polîs tu ji ku yî, biaxive, tu ji ku yî?” hatiye nivîsandin.  

Şîrove bike