Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 3yê vê mehê bi daxuyaniyeka nivîskî ragihandibû ku wan qeyûm tayîn kirîye bo Şaredarîya Colemêrgê.
Piştî vê yekê, li ser daxuyanîya DEM Partîyê li ber derê gelek şaredarîyên Kurdistanê çalakîya rûniştinê dest pê kir û li çendîn cihan xwepêşandan û meşan dest pê kir.
Piştre walîtya Amed û Colemêrgê ragihand ku hemî cure çalakî qedexe ne heta çend rojan.
Li ser tayînkirina qeyûmî bo ser Şaredarîya Colemêrgê gelek karvedan hatine kirin û çendîn sîyasetmedar û serokên partîyan daxuyanî li ser dan.
Herwiha gelek hevserokên şaredarîyan û parlemeterên DEM Partîyê û serokê Baroyan berê xwe dan Colemêrgê.
Hevserokê Şaredarîya Mêrdînê Ahmet Türk bersiva pirsên Ceren Bayarê dan li Gazeteduvarê.
Türk di hevpeyvîna da dibêje:
“Em bi têgihiştineka wisa rûbirû ne ku ev cara sisêyan e îradeya xelkê tê binpêkirin. Heke kurd ji hiquq û edaletê bêpar bên bêne hiştin, dê gelên Tirkîyeyê jî ji edalet û hiqûqê bê par bimînin.
Sîyaseteka wisa dimeşînin ku li kîderê cîhanê kurd bijîn dijminatîya wan dikin. Ev sîyaset ne tenê tesîrê li ser kurdan dike, tesîrê li ser hemî gelên Tirkîyeyê dike.
Me texmîn nedikir ku ew, wê xetaya qeyûman careka din jî bikin. Ji ber ku desthilatê bi sîyaseta qeyûman tiştek bi dest nexist. Xelkê li hemberî sîyaseta qeyûman sekn û berteka xwe nîşan da.”
Bo agahîyên berfirehtir bitikîne.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.