Sala 2019an di encama êrişên Tirkîyeyê yên li ser Serê Kanîyê da Mihemed Hemîdê 13 salî birîndar bûbû û laşê wî şewitîbû ku ev çend roj in ew li Tirkîyeyê bûye rojev.
Mihemed Hemîd ku wekî “Mihemedê Serê Kaniyê” tê naskirin zarokekî kurd yê ji herêma Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê ye.
Mihemed Hemîd bû mêvanê Bultena Rojava ya Rûdawê ku ji aliyê Dilbixwîn Dara ve tê pêşkeşkirin.
Mihemed Hemîdê ku niha li Kampa Serê Kaniyê dimîne derbarê gotegotên li ser xwe anî ziman ku wî bo Rûdawê wiha ragihandîye : “Ez ji ber ku endamê wan im, bi rêya Komîteya Lacînê pê hisiyam ku ez bûme rojev. Ez ne yê Filistînê me, ez Mihemedê Serê Kaniyê me, yê ku 2019an bi fisfora spî hat şewitandin.”
Mihemed Hemîd beyan kirîye ku dema ew di bombebaranê da birîndar bûye li ber mala xwe, li Serê Kanîyê yê Rêveberîya Xweser bûye.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.