Çawa dikarî bibî sponsora/ê nivîsekê

Botan Timesê dest bi weşandina nivîsên bisponsor kiriye. Dema ku hûn ji nivîsekê re bibin sponsor li serê nivîsê reklameka bi vî rengî dê hebe. Hûn dikarin bi navê xwe jî bibin sponsor hingê logo dê nebe.


Sponsora vê nivîsê ye

Ji bo her nivîsekê hûn dikarin bi rêya Googleyê carekê 2.000 TLyan bişînin. Piştî we şand bi heman emaila we sponsorî kirî hûn dikarin forma sponsorîyê dagirin.

Em ê 2.000 TLyan çawa xerc bikin?

Dema hûn bişînin dewlet dê 400TLyan û Google dê 20 TLyan bibire. Ji 1380TLyên mayî jî dema em ji bo nivîskaran û edîtoran bişînin dewlet dê dîsa %20 bibre û 1.104 TL dê bimîne.

Em ê 1.104TLyan ji bo nivîsekê bidin nivîskarê/î.

Ji bo Forma Sponsorîyê bitikîne

Herweha li binê nivîsê jî agahîyên li ser sponsoran dê hebin. Ji bo nimûne:

Sponsora vê nivîsê:
Rojnamegerên Sînornenas (RSF)

Rojnamegerên Sînornenas (RSF) şêwirmenda fermî ya Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê ye. Navenda wê li Parîsê ye û li 130 welatan nûnerên wê hene. Mafê rojnamegeran û azadîya xwe-îfadekirinê diparêze

Şîrove bike