Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ragihand ku wekîlên wê ‘’nobeta edaletê’’ ya li pêş Wezareta Dadê ya Tirkîyê didomînin.

HDP dide zanîn ku ew nobeta bo Rêberê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan di roja 8an de ye.

Ew partî dixwaze ku bo aştîya li Tirkîyê bi Ocalan re hevdîtin çêbe.

Karbidestên HDPê dibêjin herî dawî di 25ê Adarê 2021an de bi rêka telefonê bi Ocalan re peywendî hatiye çêkirin, lê dûre ti agahî ji wî nehatiye sitandin û vê rewşê wek tecrîd bi nav dikin. 

Da em bikarin rojnamegerîya kurdî bikin û tu van naverokan bibînî piştgirîya me bike... There are 2,389 magazines in Turkey, only the BotanTimes Weekly e-magazine reports in Kurdish. We also translate some of our news stories into English. Support us to keep this journalism going!