Saros Araştırma: Perinçek ê ji sedî 8,5ê dengan bistîne – 425 qetê cara borî!

14/01/2023

Şirketa Lêkolînê ya bi navê Saros Araştirma diyar kiriye ku wê li 16 bajarên mezin, li sê bajar û 87 navçeyan anket/rapirsîn kiriye.

Li gor encama lêkolînê serokê Partiya Welatî (Vatan Partisi) dê ji bo hilbijartina serokkomariya Tirkiyeyê ji sedî 8,5ê dengan bistîne. Perînçekî di hilbijartina berê de ji sedî 0,2 deng standibû.

Dema em herdu encaman danin ber hev li gor îdiayê Perînçek dê 425 qetê dengê hilbijartina berê bistîne. (425×0,2=8,5)

Li Tirkiyeyê minaqeşeyeka welê heye ku tê diyarkirin partiyên siyasî ji bo mexsedên xwe şirketên rapirsîn û lêkolînan bi kar tînin.

Van agahîyan jî medyaya nêzîkî wan partiyan belav dikin. Rojnameya Aydinlikê ya ku nêzîkî Partiya Welatî ye ev rapirsîn di manşetê de weşandiye.

Malpera GazeteDuvarê di sernivîsa xwe de bi van gotinan behsa rapirsînê kiriye: “tekane rapirsîna Perînçekî ji bendê derbas dike hat eşkerekirin.”


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Di 15 salan de hevpeyvîna duyem digel Diljen Ronî

Weşana paşê

îdia: Ji ber lîstika Mem û Zînê midûrê IBByê ji kare xwe hatiye avêtin