Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Velî Agbaba bertek nîşanî daxuyaniya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan da.

Buldan bang li Masayê Şeşan kiribû û daxwaz kiribû ku piştgiriyê bidin namzeta/ê wan ê serokomariyê.

Ağbaba jî bo daxuyaniya Buldan got: “Rastiyên Tirkiyeyê diyar in, ger ku em dixwazin ev sîstem bi dawî bibe divê namzetê/a herî xurt e were piştgirî kirin.”

Buldan Çi gotibû?

“Masayê Şeşan ji me dixwaze ku ‘li kêleka me nebin, em ê bi we re di heman wêneyê de neyîn dîti. Lê bê şert û merc dengê xwe bidin namzetê/a me da ku em ê vê desthilatê biguherînin’ lê ew ne mimkûn e. Bila Masayê Şeşan namzetê xwe vekişîne, dengê xwe bidin namzetê me.”