Baweriyên Kurdan ên Mîtolojîk

Çavkildana meha sibatê kevneşopiyek kurdan a kevnar e. Heyva sibatê dawiya payîzê ye, bi zor û dijwar dibore. Di demên berê de kevneşopiyek sosret di nav kurdan de hebû. Xwedî çandeke têvel bûn. Meha sibatê mirovan çavên sibatê kil didan.

***

Mehmet Gür

Baweriyên kevnar zû bi zû ji nav çi gelan bi dawî nabin. Herdem şop û remzên wan di nav cîvakan de dimînin, bi awayên cuda cuda derdikevin pêşberî me. Dirûv û şêwazên baweriyan tên guhartin, lê wate û naveroka wan xwe diparêze. Her çiqas ji ol û baweriyên derdoran hinek rîtûelan bihewîne nav xwe jî dîsa cewhera xwe ya dêrîn diparêze. Cîvak bîr û baweriyê bi cewheriya wê ya kevnar tînin. Raya van baweriya dûr û dirêj e, xwe radigihîne serdemên dêrîn. Di nav Kurdan de baweriyên kevnar raya xwe ji serdema mîtolojiyê digirin, heta digihine Serdema Neolîtîkê. Kurdan pir sûd ji mîtolojiya Neolîtîkê girtiye. Mirov dikare bibêje ku bandoreke pir zêde li gelê Kurd kiriye. Ev bandor bûye sedema gelek baweriyên cuda û bûye cih û warên ol û mîtolojiyan. Olên asîmanî sûd ji van mîtolojiyan girtiye. Heke mirov temaşeyî naverok, çîrok û wateya olên yekxweda bike dê şop û nîşanên baweriyên Kurdan tê de bibîne. 

Vêca em hinek behsa baweriyên Kurdan ên kevnar bikin.

Diran û devê gurî

Niştecihên li herêma Elkî berê baweriyek cuda bi diran û devê gurî dianin. Li gorî baweriya wan diran û devê gurî zarokên biçûk ji meçêtiran (cin) stare dikirin. Li gorî gotegotên di nav cîvatên Elkîyan de, meçêtir di zemanên kevnar da ji guran ditirsiyan. Tirsa gurî herdem di dilê cinan de ye. Cin pir ji guran ditirsin. Herdem xwe ji xezeb û êrişên guran stare dikin. Di nav ajalan de tenê gur meçêtiran dibîne. Di navbira meçêtir û guran de dîjmîniyek dîrokî heye. Di vî şerê mîtolojîk de herdem gur bi ser keftiye. Neyariyeke dêrîn di navbira wan da heye. Di vî şerî de yê qezenc dike gur e, qesasê serê cinan e. Cin pir ji gurî ditirsin.  Ji ber van sedema cîvata herêma Botan diran û devê gurî wekî tiştek pîroz, stare dihesibînin. Diranî wekî nivîştiyê dixin pişta zarokî û devî dixin ser serdarê landikê (dergûşê).  Li gorî baweriya wan ev diran û dev nahêlin meçêtir tûşî zarokan bibin. Gava meçêtir diran û devê gurî dibînin ditirsin, direvin. Diran û devê gurî zarokan diparêzin. Baweriyeke wisa li gel civata vê herêmê heye. Rayên vê baweriyê gengaz e bigihine serdema çîrokan.

 Derzî û hesin

Erkek wekî diran û devê gurî lêhatiye barkirin. Hinek deverên heremê, wateyek ji parastina cinan daye hesînî. Berê digotin cin tên zarokan dibin, an jî dîn dikin. Derzî û hesîn ji wekî amûreke starê ye. Berê tê bîra min dayikên me derzî an ji kerek hesînê biçûk dixist bersingên me. Li gorî wan gava meçêtir hatin me birevin nikarin ji berhesînî me berze bikin. Perdeya veşartinê bikêşin ser me. Derzî û hesin vê taybetiya cinan bêbandor dikin. Heta temenekê bi vî awayî malbatan zarokên xwe diparastin. Li gorî min gava mirovan hesin keşif kirî wateyek pîroz û parastinê dayê. Heta serdema me ev wateya hesinî hatiye. Mirovan hem hesin ji bo parastinê bi kar aniye hem jî jiyana wan hêsan kiriye.

Serikê ajalên mirî

Berê li gundan gundiyan serikên ajalên wekî ker, hesp, gayan li lotên xwe didan. Gava yekî çavavêj temaşeyî lot, an ji li serdera mala xwe dida. Ji ber çavan mirovan ev rê, rêbaz esas girtibû. Gava mirov dinêre tiştekê û ji nişka ve serikê ajalekê were ber çavên wî tîrbûn û enerjiya mirovî belave dibe. Li gorî baweriya wan ev serike enerjiya nezer, çavavêjiyê belave dike û nahêle bûyera nezerê biqewime. Li hember nezerê dibe dîwar, dibe enî.

Sibat û çavkildan

Çavkildana meha sibatê kevneşopiyek kurdan a kevnar e. Heyva sibatê dawiya payîzê ye, bi zor û dijwar dibore. Di demên berê de kevneşopiyek sosret di nav kurdan de hebû. Xwedî çandeke têvel bûn. Meha sibatê mirovan çavên sibatê kil didan. Meh tiştek razber bû. Nihe xwînerên ezîz dibêjin çawa kil didan? Belê her roj malekê li mezela tenûrê çavên sibatê kil didan. Çavên sibatê stûn û karîtên li ber banê mezelê çavên sibatê dinimandin. Gundiya stûn, karîtên avahiya wekî çavên sibatê didîtin û pê arî kil didan. Gava berf xweş barîba gundiyan digot îro dora kî malê ye çavên sibatê kil nedane. Gazinde dikirin û dibeziyan û çavên sibatê kil didan. Lê diviya çavên sibatê keçkekê an jî jinekê kil daban. Keçikê û jinê pakî, rastî û qenciya mirovan temsil dikir. Ji ber vê sedemê kilkerên çavên sibatê jin bûn.

Rovî, kêvroşk û mar

Her gelek li gorî ezmûnên xwe yên cîvakî dibe xwedî birek baweriyan û hinek ajal dibin remz û nîşanên bîr û baweriyên wan. Baweriyên cuda bi van ajalan tînin. Mîsyonên têvel barî van ajalan dikin. Dibe ku hinek kes, komcivat gava ji bo karekî diçûn rastî bûyerên qenc û xirab hatibin û hinek ajal berî bûyeran rastî wan hatibin vê qencî û xirabiyê kiribe sedema rasthatina wan. Erkên xirabî û qenciyê kiribin stûyên ajalan. Vêca ajal jî kirine nîşana qencî û xirabiyê. Li ser bingehê vê ezmûnê hişeke cîvakî afirandiye. Rovî, mar û kêvroşk bûne remzên baweriya kurdan. Rovî li ba kurdan oxir û qencî ye. Gava rovî li ser riyekê rastî kesekê were dê kar û barên wî baş biçin. Kesek ji bo karekê, bûyerekê biçe heke rovî li ser riya xwe bibîne, bi çi xizmetê ve çûbe dê qenc û rast pêk were. Berevajî rovî heke kêvroşk rast were dê hemû karên wî/ê rojê şaş û xirab biçin. Kêvroşk bêyom e, xirabiyê dinimîne. Di cîvakê de dibêjin kesên neqenc “kêvroşka beş”. Teqez kesek ji bo karekî çûye rastî kêvroşkê hatiye û şolê wî rast neçûye, kiriye stûyê kêroşkê. Kêvroşka reben bûye kêvroşka beş. Kurd dibêjin marê serê sibê tê pêşiya te oxir e, qencî ye. Yê êvarê tê ser riya te bêoxirî, xirabî ye.

Elka dil û hinavan

Elka dil û hinavan nexşê çîrok û baweriya Kurdên herêma Elkîyê ne. Elka dil û hinavan pîrejineke diranqîç, dirêj, porşîn, çavsor û pozdirêj e. Li gorî baweriya mirovên herêmê ev pîrejine xwe bi dil û hinavên jin û pezî xwedî dike. Şevên zivistanên dirêj dema pez zayînê dikeve gomên pezî û gava pez dizê li gel giyayî diçe zikê mihên ber zayînê û dil û hinavên wê derdixe û dixwe. Li gorî gotegotan demên berê ev elka dil û hinavan tûşî malbatekê bû. Çend bûk û keçên wan kuştibûn. Dema welidîna bûka malê xezûrê wê diçe ber serê wê û rûdine. Arxavka bûka xwe bi destên xwe çêdike, amade dike. Himbankeke ji kevilî çêdike didane ber çongê xwe. Gava arxavkê têkvedide, mûyek stûr dikeve navê. Wî mûyî radike, dike nav himbanka xwe derî baş lêgirê dide. Arxafkê dide bûka xwe. Himbanka wî diwerime her diçe diwerime, mezin dibe û deng, qîrên jê diçe. Xezûrê bûkê elka dil û hinavan dide sondê ku êdî xwe têkilî malbat û mirovan meke. Elk soz dide û soza xwe digere, êdî xwe têkilî mirovan nake. Çîrokên elka dil û hinavan gelek in.

Meçêtir û avrijandina bi şev

 Li herêma Botanê dibêjin cinan “meçêtir”. An ku ji me hêjatir, qenctir, zîrektir. Meçêtir mirovan dibînin, lê mirov wan nabînin. Li gorî baweriya wan meçêtir şevan li ber derî, li kêlekên malan, kolanên wan digerin an ji rûdinin. Berder, cihên tarî war û mala cinan e. Dibêjin şevan divê mirov hişyar bibe avê merêjîne. Heke avê birêje jî hewce ye navê Xweda bîne. Heke tu avê birêjî dê meçêtir tûşî te bin. Dê li serê wî kesî û malbata wî bibin bela. Berê li gundan hindî ji mirovan dihat av kêm dirêjand, navê Xweda dianîn. Mirovan nedizanî ka cin li ku derê rûniştine an jî li ku derê digerin. Divê çi kes wan nearîne, li serê xwe meke bela.

Ev baweriyên Kurdan dêrîn in, raya xwe radigihînin serdema mîtolojiyê. Serdema mîtolojiyê bandoreke giring li mêjû û giyanê Kurdan kiriye. Kurdan jî ev bandor bi şêwazên cuda di nav jiyana xwe de şirove kirine û êxistine meriyetê.

Şîrove bike