
Li Çînê amarên fermî eşkere kirin ku piştî 60 salan cara yekem nifûsa wî welatî kêm bûye.
Lê belê, pispor dibêjin ku ev rewş dibe ku di demek kurt de ji bo welêt neyê wateya felaket ê.
Lê piştî 2030an, zexta demografîk dikare mezinbûna wê welatê ku niha duyemîn aboriya herî mezin a cîhanê ye hêdî bike.
Li gor amaran nifûsa Çînê li gor par 850 hezar kes kêm bû û daket milyarek û 411 milyon û 80 hezar kesî.
Rêjeya jidayikbûnê ya li welêt bi salan kêm dibe, û ji bo ku vê meylê sistbikin polîtîkaya yek zarokî ya li welêt jî ji holê hate rakirin.
Pisporên aborî û demografîk dibêjin, ji ber pîrbûna nifûsa Çînê ya di van salên dawî de, ji vê pirsgirêkê re çareseriyek hêsan tune ye.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.