Armîn Temerzade: Îlham ew tişt e ku bo şairan têtin

Armîn Temerzade şairekî ciwan e ji Rojhilatê Kurdistanê ku îsal yekem dîwana wî Pirtûka Baranê ji weşanên Pallê çap bû.

Pirtûka Baranê ji 27 helbestan pêk tê ku edîtorîya wê ji alîyê Yehya Omerî ve hatîye kirin. Dîwan îthaf e bo Mihemed Omer Osman ku nasraw e bi navê Genaralê Payîzê.

Bi boneya çapbûna dîwana Pirtûka Baranê şair Temerzade derbarê qonaxa şairiya xwe û naveroka dîwana xwe da bersiva pirsên Botan Timesê dan. Temerzade destnîşan dike ku nivîser û helbestvan divê xwedî fikra xwe bin û wê fikrê di qalibê helbestê da nîşan bidin.

Tu çawa digehijî wê qenaetê ku tu bibêjî ev helbest temam bûye, êdî dikarim li berhema xwe zêde bikim? Pîvana te çi ye û proseya temambûna helbestên te çawa ye? Kîjan helbest bû sebeb ku tu bi şîyana xwe ya helbestvanîyê bihesî.

Her helbestek xwe bi xwe tê mejîyê mirovî wekî îlhamekê. Piştî ku her helbestek wekî îlham tê, tu dinivîsî. Yanî bi xwe dest pê dibe û bi xwe dawî dibe. Ez nizanim bi rastî kengî bi dawî dibe. Lê hinek caran helbest bi xwe nikare dawîya xwe nîşan bide, belkî hinek caran jî baş bi dawî dibe. Lê piştî ku ew îlham hat piştî wê çend rojan jî mirov li ser kar bike. Ez bixwe bo helbestê li dawîyekê digerim ku mirovî hişkut bike. Yanî dema tu gehiştî dawîya helbestê, tu şok bibî hişkut bibî. Pirsek bo mirovî bê pêş. Tu bêjî, ka piştî wê çi? Yanî, divê dawîya helbestê te bêdeng bike û te bibe nava xwe. Ji bo ku tu li derve nenêrî tu li nava xwe binêrî êdî. Vegerî nav cîhana xwe ya navxweyî û hinekî bifikirî. Sanîyek be jî ferq nake lê ya muhîm mirov bifikire. Ev dawîyek e, bi nêrîna min bo helbestê baş e. Çi helbest, çîrok, roman, sînema, û tîyatro be ev tiştê te bîne ziman bi nezera min ne baş e. Baştirîn berhema hunerî edebî ew e ku te bêdeng bike. Te bikêşe nav xwe. Dawîya baş nabe sebeb ku tu bibêjî, dibe sebeb ku tu bêdeng bibî. Ez li vê dawîyê digerim. Di helbesta xwe da min karîye bikim nizanim lê bi nezera min dawî ev e.

Ya rast ez nikarim bibêjim filan helbesta min hebû û gote min tu êdî dikarî helbestan binivîsî. Min bi xwe di serî da bi farisî helbest digotin çend sal berî niha. Li lîse û zanistgehê gelek kesan piştevanîya min kir. Ji qelama min hez kirin û gotin qelema te rewan e û baş e. Ez gehiştim wê qenatê ku ez dikarim helbestan binivîsim. Piştra min bi kurdî nivîsî. Lê ya rast mirov nikare bi helbestekê bibêje. Belkî bi gelek helbestan ku gelek kesan pesend kir. Hinek ji wan kesên helbestên min pesend kirine mamosteyên min bûn. Mamosteyeka min ya jin hebû li zanistgehê ku azerî bû ez gelek jê hez dikim, xanima Hacî Qasimlo ku hemîşe piştevanîya min dikir. Digote min zêdetir binivîse. Ji wan giringtirîn kesan ew bû ku ez helbestê bidomînim.

Şexs, mijar, bûyer, hêma û îmajên te bi kar anîne zêdetir ew in ku xwe di mijarên wekî evîn, bûyer, şer û berxwedana li Kurdistanê da didin der. Tu wekî kurdekî, vê çendê wekî erkekê dibînî an rengvedaneka hestên te ye? Bo nimûne Cegerxwîn dema behsa serdestî û bindestîyê dike, ne tenê behsa bindestîya kurdan dike herwiha behsa miletên din jî dike.

Karê helbestvan, hunermend û nivîserî ne ew e ku pirsan çareser bike. Belkî tenê meseleyekê tîne ziman. Çawa min gotî te di dawîya helbestê da bêdeng bike û te dibe fikrê. Karê kesekî kurdustanî ku helbestvan e ne ew e ku rabe here Kurdistanê rizgar bike. Ew tenê dikare wê bîne ziman. Ez wekî kesekî dinivîsim, belkî ez bo xwe xwedîyê cîhanbînîyekê me û belkî jî ji hestên min tên. Min cîhanbînîyeka taybet ya xwe heye û ez vê fikra xwe ,belkî ligel gelek kesên Kurdistanî cîyawaz be jî, tînim dinivîsim û pêşkêşî xelkê dikim. Nivîser û helbestvan divê xwedî fikra xwe bin û wê fikrê di qalibê helbestê da nîşan bide. Êdî belkî yek jê hez bike yek jê hez neke, ya girîng ew e ku tu fikra xwe dibêjî. Tu di bin tesîra civakê da nînî belkî tu dixwazî fikra xwe bêjî civakê û tesîrê li civakê bikî. Yanî ez helbest û ew îmajên kurdistanî wisa dibînim. Ew ji cîhanbînîya min hatine û ez hez dikim cîhanbînîya xwe bêjim. Heke tu helbestvanek bî ku dema tu dinivîsî tu ji mala xwe derkevî hemû bi bacan û hêkan êrişî te bikin nehêlin tu pêyê xwe ji kolanê biavêjî, yanî kes fikra te pesend neke, divêt tu xwedanê fikra xwe bî û tu fikra xwe bibêjî.

Kêmbûn an jî em bibêjin nebûna hêma û îmajan di helbesta te da tercîh e an kêmasîyek e? Zêdetir di çorçoveyeka vegotinî/çîrokî da helbestên te hatine nivîsîn, derbarê vê yekê da çi difikirî? Gelo ev şêwaza te ya çîrokî û herka helbestên te dê rêyê li ber xwendevanê te negire ku ew xwe bi xwe wateyekê li helbestên te bar bikin?

Ez dixwazim bibêjim ku qalibê min giştî di nivîsînê da wekî çîrokbêjî û wesf e. Wekî faris dibêjin kesekî destango me û tosîf dikim, dixwazim qelema min rewan be. Ew rewanbûn û hêsanbûn, di heman demê da gelek mana û ramanên kûr dihewîne. Zimanê helbestê sade be, û bi bawerîya min şaş e ku helbestvanek here ji îmaj û îstîareyan çêke û bibêje ev helbest e. Karê helbestvan ew e ku naverokekê di forma xwe ya taybet da bibêje. Ew tişta ku em bi farisî dibêjin aşnayîzudayî yanî dûrbûna ji nasîyarîyê, yanî tu naverokekê ku gelek kesan ew naverok gotîye û bi kar anîye, divê tu wisa bikî ku yekemîn car e tu dibêjî. Divê berî te kesê negotibe. Lewra bi nezera min form giring e. Ez dixwazim wî karî bikim, ez dixwazim di helbesta xwe da, naveroka xwe di forma xwe ya taybet da bibêjim û rewan be. Ne ku gelek îmaj û îstîareyên zêde tê da bikim ku belkî ez bixwe jî nizanibim çi dibêjim.

Te pirtûka xwe îtfahî Generalê Payîzê kirîye, ji bilî Generalî şairên ku tu wan dixwînî, bo te dibin çavkanî û îlham kî ne?

Ez ji generalî gelek hez dikim. Ji bilî generalî yên ku bo min bûne çavkanî, dixwînim û bûne îlham gelek in. yek ji giringtirînê wan Ezîz Nehmetî ye ku nasraw e bi navê Ava Şîn. Ji Urmîyeyê ye belkî hûn nas nekin. Lê Nehmetî bo min gelek mezin e. Kitêbeka bi navê Gavek Heta Baranê heye û ez gelek jê hez dikim. Gelek caran li ber serê min e. Ez bawer im zimanê Nehmetî jî hinekî cîyawaz û xweş e di helbestê da. Îlham tiştek e ku bo şairan tête. gotin. Lê divê ku, ji bo îlham ji te ra bê, divê tu bestera wê îlhamê amade bikî. Îlham bo wan kesan tê yên ku besterek amade kirine. Ji bo ku ew îlham tê da rûnê. Bi rêya xwendina helbestên xweş dikare bestera îlhamê di xwe da çêbike. Yek ji besterên min ji bilî Generalê Payîzê Ezîz Nihmetî (Ava Şîn) ye. Ji bilî wê di nav farisan da ez gelekî ji Ehmed Şamlû hez dikim. Kesek jî heye bi navê Ehmedriza Ehmedî ku ew jî faris e, ez bi rastî jî gelek jê hez dikim. Ew rewanbêjîya di nava helbesta Ehmedî da heye diecibînim. Reng e gelek kes hebin ku tesîr li min kiribin. Çawa ku min gotî mirov bestera îlhamê amade dike. Her helbesta mirov dixwîne wisa bizane ku bestera te ya îlhamê firehtir dike. Lê helbet ez nizanim kîjan helbestvanî ev kare li ser min zêde kiriye. Lê ji bilî van jî dibe ku gelek kes hebin niha neyên zêhna min, ez qet nezanibim tesîr li ser min kirine.

Te çima xwest kitêba te li bakur çap bibe?

Li îranê, rê nadin çapkirina pirtûkên kurmancî bi rênivîsa çepçîn û bi alfabeya latînî. Helbet di hinek pirtûkan da dibe. Li Xorasanê hinek çap dikin, lê her du alfabeya bi kar tînin. Û bi zorê dihêlin. Lê bi giştî ew alfabeya latînî û rênivîsa çepçîn a kurdî tê qedexekirin. Yek ji delîlên min ew bû ji ber ku ez hez dikim nivîsa min bi wê rênivîsa li bakur be, bi nezera min standart e ji bo kurmancîyê. Delîleka din jî ew e ku mijara wan helbestên min, min got eger li îranê çap bibe dê bo min gelek mişkule saz bibin. Elbet em ji kesê natirsin lê ji bo ku em bikarin di sibê ro da karên baştir bikin divê em di serî da li xwe hişyar bin. Yek ji delîlan jî ew bû. Hem jî li bakurê welêt fikir dikim xwînerên helbesta kurmancî zêdetirin ji xwînerên helbesta kurmancî li rojhilatê. Bi wan delîlan min hez kir li bakur çap bikim.

Spasîya Pall weşanê dikim ji bo ku berhema min qebûl kirin. Spasîya Înan Eroglu û Yehya Omerî dikim ku bo vê kitêbê gelek zehmetî kişandin. Ez keyfxweş im ku ev gotûbêj ligel Engin Ölmez bo Botan Timesê me pêk anî.

Armîn Temerzade kî ye

Sala 1999an, li gundê Balekan yê Selmasê hatîye dinyayê. Li Zanîngeha Ferhengîyan a Ûrmîyeyê Zanistên perwerdeyê xwendîye û aniha mamosteyê dibistana pêşîn e li Selmasê. Gotarên wî yên zanistî derbarê zanistên perwerdeyê da hene û hevkarîya kovarên kurdî yên wekî Beyan û Vejînê kirîye Pirtûka baranê Dîwana wî ya ewil a helbestan e. Wî karê hinkirina zimanê kurdî jî li Selmasê kirîye. Herwiha wî bi awayekî online, li ser platformên dîjîtal jî dersên kurdî dane. Ew dîyar dike ku tesîra gelek kesan li ser wî çêbûye ku bikeve nav cîhana helbestê.

Şîrove bike