Serhat Eren: Bêstatutîya li Rojava dibe sebeb ku êriş li raya giştî deng venedin

  • 18/01/2024
Serhat Eren: Bêstatutîya li Rojava dibe sebeb ku êriş li raya giştî deng venedin
Engin Ölmez Fotoğrafı

Engin Ölmez

18/01/2024

Medyaya cîhanê bo êrişên li ser Rojava bêdeng dimîne lê ji bo êrişa li ser Hewlêrê bêdeng neman ji ber ku kurdan li Hewlêrê Statuyek heye. Bêstatutîya li Rojava dibe sebeb ku êriş li raya giştî deng venede. Bexdayê bixwe jî bertekeka mezin da êrişa li ser Hewlêrê.

Di nava hefteyekê da gelek cihên Rêveberîya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji alîyê dewleta Tirkîyeyê ve hatine bombebarankirin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku li devera “operasyona Pence Kilîd”ê, PKKyê bi ser baregehên wan da girtîye.

Piştî şer û pevçûnên di navbera PKKyê û Tirkîyeyê yên li herêma Zapê, Tirkîyeyê berê xwe da gelek cihên Rojavayê û bombebaran kir.

Di encama êrişên Tirkîyeyê yên li ser Rêveberîya Xweser da gelek cihên xizmetguzarîyê û sazî û dezgeh xerab bûn û zîyaneka mezin gehiştê.

Supaya Pasdaran a Îranê 15yê Rêbendanê bi hinceta Mossadê, bi fuzeyên balîstîk êriş bire ser paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê ku di encamê da çend fuze li mala karsaz Pêşrew Dizeyî ketin. Hikumeta Herêma Kurdistanê da zanîn ku çi amarên Mossadê nînin lêbelê Îranê ev yek ji xwe ra wekî tehdît dîtîye û êrişî Hewlêrê kirîye.

Parlementerê Partîya Wekhevî û Demokrasîya Gelan (DEM Partî) Serhat Eren derbarê êrişên li ser Rojava û Herêma Kurdistanê bo Botan Timesê axivî.

Serhat Eren

Parlementer Serhat Eren li ser paşxaneya êrişa Îranê dibêje ku piştî bombebarankirina baregeh û xalên leşkerî yên Haşdî Şabîyê, Îranê mal û meheleyên kurdan dane ber fuzeyan.

Herçiqas di medayayê da, ewil ew êriş wekî êrişeka li ser baregeh û konsolxaneya ABDyê xuya kiribe jî paşî hatîye zanîn ku ev êriş ne li ser ABDyê lêbelê li ser kurdan e. Îranê dabû zanîn ku wan ji ber ajan û sîxurên Îsraîlê ev êriş pêk anîne.

Hêza Îranê têra Îsraîl û ABDyê nake

Li ser vê yekê Eren dibêje ku Îranê xwestîye peyamekê li ser qetilkirina kurdan bide Îsraîl û ABDyê. Îran naxwaze kurd nêzikî ABDyê bibin. Ew karsazê hatîye kuştin ji bo pêwendîyên baş di navbera ABD, Îsraîl û kurdan da li ber xwe dida ji ber vê yekê jî ew karsaz ligel keça xwe ya yeksalî û malbata xwe bû armanca Îranê. Hêza Îranê têra Îsraîl û ABDyê nake.

Eren balê dikêşe ser polîtîkayên dewletan û rengevedana êrişên li ser rojava û Herêma Kurdistanê li medyaya cîhanê.

Medyaya cîhanê bo êrişên li ser Rojava bêdeng dimîne lê ji bo êrişa li ser Hewlêrê bêdeng neman ji ber ku kurdan li Hewlêrê Statuyek heye. Bêstatutîya li Rojava dibe sebeb ku êriş li raya giştî deng venede. Bexdayê bixwe jî bertekeka mezin da êrişa li ser Hewlêrê.

Serhat Eren

Di encama êrişên Rojava da, gelek sazî û dezgehên xizmetguzarîyê hatin bombebarankirin. Eren ev êrişên li ser dezgeh û xizmetguzarîyê wisa dibîne ku dixwazin kurdan bê nan, bê av, bê ceyran û birçî bihêlin.

Herwiha di êrişên li ser Rojava da da girtîgeha li Sînayê ya DAIŞê hatîye bombebarankirin. Eren dibêje ji bo ku DAIŞ bireve ev êriş hatine kirin.

Tirkîye li dijî statuyê ye

Tirkîyeyê di wextê xwe da heman polîtakêyên têkbirina statuyê li ser Herêma Kurdistanê jî, hem ji alîyê dîplomatîk ve hem jî ji alîyê leşkerî ve bi rê ve biribûn lê tiştek bi dest ve nehat. Eren dîyar dike ku Tirkîye aniha heman polîtîkayan li ser Rojavayê jî bi rê ve dibe, digel ku ev polîtîka zerarê didin ekonomî û sîyaseta wê jî micadeleyê dike ku statuyek li Rojava pêk neyê. Herwiha ev poltîka tesîreka xerab li ser sîyaseta wê ya derva jî dike.

Wexta ku encamek ji şer û polîtîkayên wan yên ewlehîyê dernakeve tola xwe ji kurdên sivîl yên li Rojavaya bêstatu hil dide. Herwiha Îsraîl jî fermandarên Îranê dikuje, Îran jî tê keçika yeksalî ya kurd dikuje.

Serhat Eren

Yekitîya neteweyî şert e

Eren van şer û pevçûnan wisa şirove dike ku çawa li ser Filistînê dixwazin dîzaynekê çêbikin li van herêman jî dixwazin li ser kurdan dîzaynekê çêbikin. Îran, Surîye, Tirkîye û hemî dewletên li vê herêmê vê rastîyê dizanin û hemî hazirî jî li gorê vê têne kirin.

Wekî çarenivîsa van şeran Eren dîyar dike ku pêdivîya kurdan bi yekitîya neteweyî heye. Ji bo bidawîanîna van şeran û destkeftîyên mezin yekitîya neteweyî ya kurdan şert e.

One thought on “Serhat Eren: Bêstatutîya li Rojava dibe sebeb ku êriş li raya giştî deng venedin

  1. 🔶 Вам перевели 92 074p. Пoдpoбнocmи >>> https://forms.yandex.com/cloud/65cb1a3ec769f10012154b13/?hs=63ef39ad6b413034d0caa78fb35b41cb& 🔶 dedi ki:

    vg0enw

Şîrove*

%d