Kargeha Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) ya ji bo perwerdehîya rojnamegeran li Amedê pêk hat.
Kargeha MLSAyê bi sernava ‘Mafên Xwe Bizane: Ji bo Rojnamegeran Atolyeya Hiqûqî’ li Mitannia Regency Hotelê 3ê Mijdarê saet 10:00an dest pê kir ku heta 19:00an berdewam kir.
Her ku çûye li qadê rojnameger zêdetir tûşî bûyerên derqanûnî hatine ku ji ber vê egerê MLSAyê bo piştevanîya rojnamegeran û xurtkirina azadîya çapemenîyê û derbirînê kargeha Mafên Xwe Bizane: Ji bo Rojnamegeran Atolyeya Hiqûqî’ pêk anî.
Ji çendîn bajaran, çendîn rojnamegeran, ji sazî û dezghehên cuda yên rojnamegerîyê beşdarî tê da kir. Ji Botan Internationalê Murat Bayram û Engin Ölmez beşdarî di vê kargehê da kir.
Bernameya kargehê wiha bû:
Hevserokê MLSAyê Veysel Ok: Rewş; Di azadîya fikrî da em li ku ne?
Parêzer Kerem Dîkmen: Zagonên dezenformasyon û înternetê: Dê çi bibe?
Dr. Volkan Aslan: Di biryarên Dadgeha Dadgeha Bingehîn da azadîya fikr û çapemenîyê
Parêzer Tugçe Dûygû Koksal: 2911: Mafê çalakîyê yê welatîyan, mafê rojnamegerîyê yê şopandina çalakîyê’
Parêzer Aynur Tuncel Yazganê: Lêgerîna girtîgehê û desteserkirina malzemeyên pîşeyî’ pêşkêş bike.

sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.