Xelk dibêjin qey “foncî” di nav pereyan de dirazin 

Derya Bozarslan* 15 sal in ku projeyên mezin bi piştgirîya dezgehên Ewropayê bi rê ve dibe. Wê li ser proje-rêvebirinê bersiva pirsên Botan Timesê da. 

Sebir û jêhatîbûn lazim e

Gelek kesên ji dûr ve li projeyan dinêrin dibêjin qey rihet e. Lê gelekê wext, sebir û jêhatîbên jê re divê. Gelekê zehmet e, pêvajoyeka dirêj e û divê di hemî astên pêvajoyê de hişyar bî, her tiştî bi dehan caran kontrol bikî, fedakarîyê bikî… 

Ez tirsîyam ku em wek bûyera Madimakê bêne şewitandin

Ez bi xwe hêj bi “sîxurî/ajanî” an jî sûcên bi vî awayî nehatime sûcdarkirin lê dezgehên ez jê re dixabitim rastî van tiştan têne. 

Carekê em çûbûn Trabzonê me dê di navbera jinên Diyarbekir û jinên wî bajarî de bi şanoyê pira dostanîyê daniya. Li ser me nûçe hatin çêkirin. Medyayê bi zimanekê gelekê hişk em rexne kirin. Gotin Trabzon dê li ser vê yekê çavê xwe negirin û em hatin tehdîtkirin. Wê şevê me nobet li hotelê girt. Em tirsîyan wek bûyera Madimakê, em jinên Diyarbekirê li otêlê bêne şewitandin. 

Ez herî zêde 2012ê kelecanî bûm

Sala 2012ê Kawa Nemir û wan ji edebiyata dinyayê kitêb wergerandibûn Kurdîyê. Me li Diyarbekirê hin panel pêk anîn, di wan çalakîyan de muzîk jî hebû û gelek gelek xweş bû. Belkî karê ez herî kelecanî bûyîm ew be. 

Dibêjin vegere, lê ji xwe ez ji me re dixebitim

Dostên min û malbata min dibêjin vegere Diyarbekirê. Erê ez li Stenbolê kar dikim lê ez ji bo civaka me, ji bo zimanê me û ji bo zarokên me projeyan çêdikim. 

*Derya Bozarslan li Navenda Bîrgehê (Hafiza Merkezi) projeyan bi rê ve dibe.

Şîrove bike