Lezgîn Kitêbçiyan deh sal in, li Stenbolê gelek caran beşdarî mezadan bûye. Gelek caran wî bixwe kitêb kirîne û gelek caran jî wî firotine. Ew li Amedê cara ewil e mezada kitêbên kurdî li dar dixe. Mezad 26ê Mijdarê li Pîne Cafeyê hate lidarxistin. Hema bibêje temamîya salona cafeyê bi kitêbhezan tejî bûbû. Kitêbçiyan bi 250 – 260 kitêban mezad li dar xist. Ji bilî Kitêbçiyan, nivîskar û gerînendeyê giştî yê weşanên Pallê Înan Eroglu jî bi 15 kîtêban beşdar bû û weşanger û rêvebirê Pirtukakurdî Bawer Berşev jî wekî alîkarî bo Kitêbçiyan çendîn kitêb û lênuskên taybet bexşandin. Munadîyê mezadê Înan Eroglu û Lezgîn Kitêbçiyan bû û Katibîya wê jî Engin Ölmez kir.
Kitêbçiyan heta niha carekê li Stenbolê mezada kitêbên kurdî li dar xistîye. Lêbelê ew dîyar dike ku lidarxistina mezadê li navenda Kurdistanê cihekî xwe yê gelek giring heye.
Lezgîn li ser girîngîya mezadan destnîşan dike ku ev kar tiştekî çandî ye û dibe sebeb ku mirov zêdetir agahîyan derbarê kitêb, ziman û çanda xwe da fêr bibe.
Lezgîn dîyar dike ku wî ji çendîn sahaf û kitêbfiroşan xwestîye ku beşdarî mezadê bibin û ew jî kitêban bifiroşin lêbelê ew beşdar nebûne.
Ew destnîşan dike ku kîtleyeka baş beşdarî mezadê bûye ku nêzîkî 40 kesan hatine û 34 kesan jî kitêb kirîne. Kitêbçiyan vê hejmarê wekî hejmareka gelek baş dibîne ku ew dibêje ez li benda ewqas kesan nebûm.
Ew dîyar dike ku bi giştî 207 kitêb hatine firotin (80 kurdî, 120 tirkî û ingilîzî). Herwiha Kitêbçiyan beyan dike ku di kurdî da zêdetir çîrok, kêm helbest û kêm xatirat hatine firotin.
Lezgîn dibêje ev mezad dê berdewam bin û ew li bendê ye ku kes û kitêbfiroşên din jî beşdar bibin û kitêbên xwe bifiroşin.