AMADEKIRIN Û PÊŞKÊŞKIRINA VÎDEO-NÛÇEYAN

AMADEKIRIN Û PÊŞKÊŞKIRINA VÎDEO-NÛÇEYAN
AMADEKIRIN Û PÊŞKÊŞKIRINA VÎDEO-NÛÇEYAN
Vahdet Uçar
  • 27 Ekim 2021 10:53

GULISTAN KORBAN RENÇBER*

ORTADOGUNEWS

*Gülistan Korban Rençber di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê Rojnamevantîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçey pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Her wiha, bernameyeke gerê çêkir û li 24 bajarên Bakurê Kurdistanê geriya û ew dan nasîn. Niha jî li malpera Ortadoğu Newsê di çarçoveya projekê de kar dike û her wiha ji televizyona NRTyê re nûçeyan çêdike. 

AMADEKIRINA NÛÇEYÊN BI VIDEO

Di karê rojnamegeriyê de her kar li gorî xwe zehmetiyeke di nava xwe de dehewîne, lê ger rojnameger di karê xwe de zana û serkeftî be wan zehmetiyan dadixe asta heri xwarê.

Amadekirina vîdeonûçeyan kareke hêsan e. Lê ger rojnameger bizane nûçeya xwe çawa saz bike.Vîdeo- nûçe jî wekî her cûre nûçeyan ji destpêkê heta dema weşanê yek bi yek ji hin qonaxan derbas dibe.

Ji bo amadekirina nûçeyê qonaxa yekemîn û ya herî girîng jî amadekarîya berî çûna qadê ye. Helbet ji ber ku nûçe, video-nûçe ye amadekarîyeke bê kêmasî ku ji amûran û teknîkê pêk tê pêwist e. Divê nûçegihan û kameramanê ku hevkarîya nûçegîhanê dike hemû amûrên xwe tam bikin û amade bikin.

Amadekarîyeke din jî lêkolîn e, ku divê nûçegîhan berî biçe qadê mijara xwe diyar bike û vê mijarê ji her hêlê ve bikole.

Hewce ye nûçegihan di dawîya vê lêkolînê de bizanibe ka wê biçe ku, çi taybetmendîyên vî cîyî hene, kî li vî cîyî dimînin û çi eleqeya wan pê heye û hwd.

Nûçegîhan ji van zanyarîyan agahdar be wê demê dikare berî biçe qadê senaryoyeka nûçeya xwe di serê xwe de amade bike û gava çû karê xwe bi rihetî pêk bîne.

Ger van tiştan pêk bîne di dema nivisandinê de wê bê zehmet bikaribe nûçeya xwe bi nivisîne.

Amadekirina videonûçe kareke hevpar e, ji ber yekê divê nûçegîhan û kameraman bihevre tev bigerin.

Nûçegihan dema çû nûçeyekê çêbike hewce ye ku dîmenên divê bên kişandin nîşanê kameramanî bide û karê kameramanî jî hêsantir bike.

Di vîdeonûçeyan de dîmen geleke girînge. Ji ber ku gelek tiştan dîmen tîne ziman, ên kêm man nûçegihan bi metna xwe temam dike.

Di amadekirina vîdeonûçeyan de çend xalên sereke hene:

» Ya yekemin; divê ziman vekirî, kurt û herikbar be, peyvên zêde neyên bikaranîn.

» Ya duyemîn divê tiştê di dîmenê de di metnê de jî neyê dubare kirin.

» Dirêjbûna nûçeyê jî divê 3 deqîqeyan derbas neke.

PÊŞKÊŞKIRINA NÛÇEYAN

Pêşkeşiya nûçeyan bi xwe kareke geleke giran e û berpirsiyarîyeke zêde dixwaze.

Lê ger pêşkeşvan bi zimanê xwe û bi xwe bawer be wê demê wê di karê xwe de jî geleke serkeftî be. Di karê pêşkeşiyê de xalên herî girîng, ziman û zanebûn û dîksiyon e.

Divê pêşkêşvan bi zimanê dayîka xwe yan zimanekî ku bi qasî yê dayîka xwe dizane pêşkêşvanîyê bike. Lewra ziman girîngtirîn xal e di pêşkêşvanîyê de. Lazim e ku zimanekî resen, sivik, herikbar, bê bi kar anîn. Lewra her cûre mirov, ji her çîn û qadê mirov temaşe dikin divê her kesê temaşe dike agahîyên tên dayîn bistîne.

Ji aliyê din ve pêşkeşvan divê bi xwe bawer be û wê bawerbûnê bide kesên ku wê/wî temaşe dikin.

Vê peyamê dikare bi deng û sekna bide kesên li hember xwe.

Divê şêwaza pêşkêşvanî/ê bi dengekî bilind û bibandor be. Şêwaz tesîreke mezin li temaşevanan dike. Ji bilî qelîteya agahîyên tên dayîn şêwaz jî dike ku temaşevan biryara temaşekirinê bide.

BIKARANÎNA DIYAFRAMÊ

Di nûçe-vîdeoyan de xala din a girîng jî bikaranîna diyaframê ye. Ji bo pêşkeşvaniyê bêhngirtin û kontrola bêhnê pir muhîm e. Ji ber vê yekê ji % 90 pêşkeşvan bêhna xwe ji zikê xwe ango ji dîyaframê digirin.

Ji bo axaftineke zelaltir, ji xwe bawertir û herikbartir bikaranîna dîyaframê ji xalên sereke yên vî karî ye.

Her wiha divê pêşkeşvan di nûçeyên xwe de bê alî û bê şîrove, bi rayê giştî parve bike, şîrovekirina nûçeyê ji temaşevanên xwe re bihêle.

PIRS:

Wexta bûyerek ji nişka ve biqewime wê komposîzyona wê bûyerê çawa be?

» Divê tu bi çavê rojnamegerekî li bûyerê binêrî.

» Divê tu lê binêrî û ji derdora xwe bipirsî çi çêbûye, çi qewîmîye li vir.

» Divê tu bi wan kesan re biaxivî ew ên ku dema bûyer diqewimî li wir bûn.

» Divê li cihê bûyerê çavderîyeke baş bê kirin.

» Divê tu hinek agahîyan binivîsî û dimenan bigirî.

» Divê di dawîyê de nûçeya xwe li gorî wan dîmen û nivîsan saz bikî.