Silva Özyerli: Coxrafya çi pêşkêşî mirovan bike li malên mirovan ew tê pahtin

Odeya Bazirganî û Senayîyê (DTSO) 9-10-11yê Mijdarê Yekemîn Lûtkeya Gastronomîyê ya Mezopotamyayê bi navê Ji Paşerojê Heta Pêşerojê Sifreya Mezopotamyayê li dar xist.

Lûtkeyê li DTSOyê sê rojan berdewam kir ku ji Amerîka, Elmanya, Îtalya û Beyrûtê gelek lêkoleran beşdarî di lûtkeyê da kir. Herwiha wezîrê berê yê Çandinî û Daristanan Mehdi Eker, ji çendîn zaningehên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê û rêxistinên civaka sivîl jî gelek lêkoler, pispor û akademîsyenan beşdarî tê da kir.

Di wan sê rojan da gelek xwarinên Amedê yên tescîlkirî hatin çêkirin. Aşpêj Sîlva Özyerli 10ê Mehê, roja duduyan ya bernameyê Kaburga Dolması* çêkir. Kaburga Dolması xwarineka tescîlkirî ya Amedê ye.

Silva Özyerli li ser Kaburga Dolmasıyê bo Botan Timesê axivî. Özyerli li ser çêkirin, melzeme û giringîya wê xwarinê sekinî.

Silva Özyerli

Özyerli beyan dike ku ew li dijî wê yekê ye ku ferq û cudahî bikeve navbera xwarinan. Ew  dibêje coxrafya çi pêşkêşî mirovan bike li malên mirovan ew tê pahtin. Ji ber vê yekê jî ew wisa dibîne ku di çêkirina Kaburga Dolmasıyê da, li herêma mirovî çi zêde be ew li nava xwarinê tê zêdekirin. Aşpêj Özyerli dibêje ku li herêma mirovî çi zêde be, çi hebe ew dikeve nava mal, çand û xwarina mirovî.

Ew di wê bawerîyê da ye, heke ferq û cudahîyeka biçûk jî hebe di navbera Kaburga Dolmasıya Amedê û ya herêmên din da, ew e ji ber ku Badema Amedê bi nav û deng e. Herwiha ew lê zêde dike û dibêje baharat û Birincê Qerejdaxê malzemeyên herî giring in ku Kaburga Dolmasıya Amedê ji yên din cuda dike.

Sîlva balê dikêşe ser ferq û cudahîya Kaburga Dolmasıya Mêrdînê û ya Amedê. Ew dibêje gelek ferq nîne ji ber ku heta avabûna cumhurîyetê jî Mêrdîn girêdayî Amedê bûye ji ber vê yekê jî çand û mitbexa her duyan jî dişibe hev ji bilî çend nuyansan.

Ji bo ku xwarinek bibe xwarineka tescîlkirî, li ser mînaka Kaburga Dolmasıyê Sîlva dibêje hem melzemeya wê hem jî çêkirina wê gelek giring e. Silva dibêje “tiştê herî giring malzemeya wê ye.”

Kaburga Dolması

Sîlva li ser meseleya xwarinên tescîlkirî jî axivî. Sîlva dibêje ku heke xwarinek dê tescîlkirî be û ji alîyê çi kesê ve neyê çêkirin, bila ne tescîlkirî be lê ji alîyê her kesekê ve bê çêkirin baştir e. Ew vê yekê bo man û nemana xwarinan giring dibîne.

Serokê DTSOyê Mehmet Kaya derbarê armanca organîzasyonê da axivî.

Mehmet Kaya

Kaya dibêje ku di qada navnetewî da ew dixwazin xwarin û vexwarina xwe bidin nasîn, ji bo turistan, ji bo herkesî dîtbarîyeka berbiçav û xurt ya vexwarin û xwarinê çêbikin. Ew vê daxwaza xwe ne tenê ji bo dîrok û çandê herwiha ji bo geşkirina turizma gastoronomîyê jî pênase dike.

Kaya destnîşan dike ku nêzîkî pêhncî berhem/xwarinên wan tescîlkirî ne ku sê heb jî wan şandine Yekitîya Ewropayê ji bo ku tescîla wan li Ewropayê bê kirin.

Kaya dibêje ku “Birincê Qerejdaxê, Zebeş û Qedeyîfa Amedê tescîlkirî ne û ji wan tescîlkirina birincî ya herî makul e çimkî birinc cureyekî endemîk e, tenê li vir heye, birincekî din çi caran wekî yê Qerejdaxê nabe.”

*Li gorî agahîyên me bi dest xistine bi kurdî Kalek û Valahî tê gotin.

Şîrove bike