Yavuz Akkuzu yek ji armancên akademîyê wisa bi nav dike ku ew dixwazin têkilîya şagirtan rasterast ligel ewropayê daynin. Akademî vîdeoyên şagirtên xwe ji PSGyê ra dişîne. PSG jî li gorî şîyana şagirtan têkilîyê ligel şagirtan datînin û bi vî rengî rê li ber şagirtan vedibe. Akkuzu dibêje ev yek jî li ser daxwaza malbatan pêk tê ji ber ku dibe ku malbat nexwaze zarokê wan biçe ewropayê.
Akademîya Paris Saint Germain PSGyê li Amedê berî du salan ava bûye. Rêveberîya wê ji ber egerên cuda nekarîye karê xwe bibin serî. Îsal rêveberîya wê hatîye guherîn ku Yavuz Akkuzu bûye berpirsê akademîya PSGyê yê Amedê. Akademî perwerdeya metoda PSGyê dide. Ew, rêyê li ber zarokan vedikin ku ew bikaribin şîyanên xwe pêş ve bibin û bikarin li klubên ewropayê bilîzin.
Berpirsê akademîya PSGyê yê Amedê Yavuz Akkuzu balê dikêşe ser giringîya metoda perwerdeya futbolê ku li Tirkîyeyê ne gelek baş e. Akkuzu beyan dike ku li Tirkîyeyê metoda futbolê rûneniştîye û ew ji ber vê yekê dixwazin metoda perwerdeya PSGyê bidin zarokan. Ew dibêje ku li ewropayê yek ji metoda herî baş ya perwerdekirina zarokan bo futbolê ya PSGyê ye.
Akademîya PSGyê li her derê cîhanê heye ku wî xwestîye li Amedê jî ev hebe û ew dibêje min ji ber vê yekê xwestîye li Amedê jî hebe.
Akademî ji zarokên keçik û lawik pêk tê ku temenê wan di navbera 3-19 salîyê da ne. Akkuzu dîyar dike ku di destpêkê da 20 şagirtên wan hebûne ku wan ev hejmar kirîye 60.
Hefteyê du rojan ew perwedeyê didin. Her komekê, ku li gorî temenên wan kom hatine çêkirin, rojên wan yên dîyar hene ku perwerdeya xwe dibînin. Bername, metod û dersên wan rasterast ji alîyê PSGyê ve têne şandin û ew mecbur in li gorî wan bi rê ve bibin ku ev jî ji bo dîsîplîna wan gelek muhîm e.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Akademî ji gelek alîyan ve şagirtên xwe perwerde dike ku ziman jî yek ji wan e. Akkuzu dîyar dike ku ew ne mektebeka zimanê ingilîzî ne lêbelê ew ingilîzî fêrî şagirtên xwe dikin, zêdetir di çarçoveya termên futbolê da. Ew vê yekê wisa beyan da dike ku dema şagirtên wan çûne ewropayê ji bo zehmetîyê nebînin.
Pedagokên akademîyê hene û ew şagirttên xwe perwerde dikin. Akkuzu dîyar dike ji bo derûnîyeka baştir ya lîstikvanîyê ew dersên psîkolojîyê jî didin şagirtên xwe ji bo ku bikaribin li hemberî çi dê çi bertekê nîşan bidin. Herwiha akademî di çarçoveya tenduristîya şagirtan da girîngîyê didin xwarin û vexwarina wan jî ji ber vê yekê jî dîyetîsyenên wan jî hene. Akkuzu dibêje ku ji bo ku şagirtan hay ji laşê xwe hebe û ji bo ku bizanin ka dê çawa kontrola laşê xwe bikin vê yekê yek ji tiştên herî giring bi nav dike.
Berpirsê akademîyê destnîşan dike ku di metoda perwerdeya Tirkîyeyê da, bi qasî ku wî dîtîye evqas bi hurgîlî nefikirine û wekî kêmasîyekê bi nav dike.
Yavuz Akkuzu yek ji armancên akademîyê wisa bi nav dike ku ew dixwazin têkilîya şagirtan rasterast ligel ewropayê daynin. Akademî vîdeoyên şagirtên xwe ji PSGyê ra dişîne. PSG jî li gorî şîyana şagirtan têkilîyê ligel şagirtan datînin û bi vî rengî rê li ber şagirtan vedibe. Akkuzu dibêje ev yek jî li ser daxwaza malbatan pêk tê ji ber ku dibe ku malbat nexwaze zarokê wan biçe ewropayê.
Akkuzu balê dikêşe ser wê yekê ku PSG bixwe ji bo xwe şagirtan negire jî PSG dê ji bo taximên dîtir yên ewropayê pêşnîyaz bike.
Berpirsê akademîyê dibêje ku têkilîyên wan li gel akademîyên heremî jî hene ku ew di nav xwe da turnuvayan jî dikin. Vê yekê ji bo pratîkkirina teorîya futbolê muhîm dibîne ku taxima wan ligel taximeka din bilîze.
Yek ji şagirtên akademîyê Bahoz Alvar ku ew 10 salî ye dixwaze di pêşerojê da bibe lîstikvanê futbolê. Bahoz dibêje: “Armanceka min heye ez dixwazim herim Parîsê. Îdolê min jî Messî ye.”
Xeynî Akademîya PSGyê Yavuz Akkuzu nîyet e ku taximeka zarokan li Amedê ava bike. Taxim dê ji komên 12 û 13 salîyan pêk bên. Armanca vê projeyê Akkuzu wisa beyan dike ku ew dixwaze cewher/zarokên kurdan, li herêm, gund û navçeyan keşf bike û wan bigihîne asteka baş. Wekî sebeb jî wisa dibîne ku dewlet ji ber ku nikare xwe bigihîne wan zarokan, wî xwestîye ew wan keşf bike.
Akkuzu metoda perwerdeya akademîya PSGyê dixwaze li ser vê taxima xwe ya nû tetbîq bike ji bo encameka baştir.
Ew pêdivîyê bi wê çendê dibîne ku divê çanda futbolê li nav kurdan zêde bibe. Akkuzu balê dikêşe ser wê yekê ku heke eleqeya zarokan bo sporê çêbibe ev dê bibe sebeb ku zarok ji fehlên xirab û maddeyên hişbir dûr bikevin ku vê yekê ji bo sosyolojîya civakê baş dibîne.