Tirkîyeyê li Şingalê wesayîtek bombebaran kirîye

Droneka Tirkîyeyê şeva din li bajarokê Sinûnê yê Şingalê wesayîtek bombebaran kirîye.

Li gorî Nûçeya Rûdawê Di êrişa Tirkiyeyê de 2 fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) canê xwe ji dest daye.

Wesayît parkkirî bû dema hatîye bombebarankirin. Wekî din heta niha daxuyanîyek ji alîyê Tirkîye û YBŞê ve derbarê mijarê da nehatîye dayîn. Lê çavkanîyên nêzikî PKKyê ragihandîye ku di wê êrişê da 3 kes birîndar bûne.

Şîrove bike