Şewata Mêrdîn û Amedê 4 kes kuştin û 28 kes birîndar kirin

Duh bi şev hat zanîn ku şewatek di navbera Çinara Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê da derketîye.

Li gorî agahîyên dawî û yên nû li gorî Rûdawê di wê şewatê da 4 kes mirine û 28 kes jî birîndar bûne.

Çend saetên ewil tu hêzeka alîkarîyê ji alîyê dewletê ve neçûye ji bo temirandina şewatê.

Li gorî agahîyên Ajansa Mezopotamyayê yên li ser şewatê, helîkopter danê spêdê saet 5:00an çûye cihê bûyerê û hewil daye wî agirî vemirîne.

Di wê şewatê da zîyana can û malî çêbû. Sêwal, lodên giyayan, zevîyên geniman, mal û mirov bûne qurbanîyên şewatê.

Walîyê Amedê Ali Ihsan da zanîn ku agir hatîye kontrolkirin û xebat li ser dewam in.

Şîrove bike