Şîrîn Ertaşê Migooyê: Çiqas ne şîrîn bim jî navê min şîrîn e

22/12/2022
Please go to your Post editor » Post Settings » Post Formats tab below your editor to enter video URL.

Botan Timesê bi lîstikvanê rêzefîlma Migooyê Şîrîn Ertaş re ser jîyan û hunera wî benameyek çêkir.

Ertaş, ku berî Migooyê di Îşevê de lîstiye, dibêje piştî van rêzefîlman eleqeya milet li ser wî zêde bûye, gava wî dibînin dixwazin bi wî re fotografan bikişînin ku ev jî bo wî kêfxweşîyê çêdike.

Lîstikvan Ertaş, ku di nav milet de jiber navê karekterê di rêzefîlmê de, wek Ednan tê naskirin bi mîzahî dibêje her çiqas ew ne şîrîn e jî navê wî Şîrîn e.

Li ser ferqa di navbera Migoo û Îşevê de Ertaş dibêje he du rêzefîlm jî xweş in, û dîyar dike wan zehf ked daye Îşevê. Bo keda li Îşevê nîşan bide, Ertaş bi bîr dixe ku wan ew rêzefîlm bi telefonan kişandiye.

Ertaş, ku dibêje wî heta niha pirtir di rolên psîkopatan de lîstîye, dîyar dike ku îdolê wî Yilmaz Guney e.

Zêdetirî detayên jîyan û hunera Ertaş li ser Youtube ya Botantimesê ye.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Erdogan piştî minaqeşeyan meaşê kêmane bêlî kir: 8500 lîre

Weşana paşê

Îmamoglu ser daxuyanîyên Demîrtaş got ”zimanê wî sax be!”

Te hay ji vê heye?