ZINDÎ- Roja 19emîn ya erdhêjê

24/02/2023

Erdhêja 6ê Sibatê 19 rojan li du xwe hîşt.

Xwedîyê erda Sîteya Rendeyê ji ber îtîrazê sînorê temen hatiye berdan

Li Sîteya Rende a Hatayê bi îdiaya ku “Stûnên avahîyê ji bo kreşê hatine birîn” Arif Samî Rende hatibû binçavkirin.

Li gor nûçeya NTVyê Rende yê 86 salî ji ber îtîrazê sînorê temen hatiye berdan.

Di erdhêjê de 2 blokên sîteyê hilweşiyabûn. 105 kes jiyana xwe ji dest dabûn.

Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî: “Nasnameya 106 zarokan heta niha nehatiye tespîtkirin”

Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ragihand ku hezar û 405 zarokên bênasname ji alîyê malbata xwe ve hatine nasîn. Wezaret wan zarokan teslîmê malbata wan kir.

Wezaret diyar kir ku nasnameya 106 zarokên ji herema erdhêjê hîn nehatine tespîtkirin.

Li Dîlokê 22 kes derbarê avahiyên hilweşiyayî de hatin desteserkirin û li 80 kesan jî digerin

Waliyê Dîlokê Davut Gulê li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek da.

Li Nurdaxî û Îslahiyeyê di avahiyên hilweşiyayî de kêmasî hatin dîtin. Derbarê wan avahiyan de 22 kes ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Li 80 kesan jî digerin.

Davut Gul


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Beril Caymaz

Edîtor û nûçegihana Botan Timesê ye. Li Zanîngeha Selçûkê beşa rojnamegeriyê xwendiye. Ji bo Journo, Gazete MLSA, Botan International, PodcastKurdî, Rojnameya 9 Eylulê, Rojnameya 24 Saatê wek rojnamegera serbixwe kar kiriye.

Weşana berê

Li Baglera jiyana piştî erdhêjê: “Em neçar in neçar!”

Weşana paşê

RTÛKê ekranên TELE1ê reş kir

Te hay ji vê heye?

Erdhêj û adem-î merkezîyet

Ev nivîsa ku 2023yê hatiye nivîsîn,

Notên Hefteyê: Here here hindî tu çûyî!

I. Befr/Berf Vê hefteya borî befir/berfa

Bajar û Bîranîn

Bîranîn, wek şopên jiyanê, di avakirina

Aram Dildar dê li Wanê Stand-Upa xwe bike

Derhêner, senarîst û lîstikvan Aram Dildar