Şairê ji Rojhilatê dê li Amedê gotûbêjekê bike

Şairê ciwan ê ji Rojhilatê Kurdistanê Armîn Temerzade, dê li Amedê gotûbêjekê bike.

Temerzade dê li Amedê gotûbêjeke bike û dê kitêbên xwe bo hazir û hezkiriyên xwe îmze bike. Ew dê behsa serpêhatîya xwe ya helbestê bike. Helbesta rojhilat dê li bakur bi Armîn Temerzade olan bide.

Kitêba şairê ciwan Pirtûka Baranê ji weşanên Pallê çap bûye. Heta niha kitêbeka wî ya çapkirî heye.

Moderatorîya gotûbêjê dê Zeynep Sultan Atlı bike.

Gotûbêja ‘Olana Helbestê ji Rojhilat’ 29ê Hezîranê, sibê, li Qonaxa Îskender Paşa dê saet 18:00an dest pê bike.

Armîn Temerzade kî ye

Sala 1999an, li gundê Balekan yê Selmasê hatîye dinyayê. Li Zanîngeha Ferhengîyan a Ûrmîyeyê Zanistên perwerdeyê xwendîye û aniha mamosteyê dibistana pêşîn e li Selmasê. Gotarên wî yên zanistî derbarê zanistên perwerdeyê da hene û hevkarîya kovarên kurdî yên wekî Beyan û Vejînê kirîye Pirtûka baranê Dîwana wî ya ewil a helbestan e. Wî karê hinkirina zimanê kurdî jî li Selmasê kirîye. Herwiha wî bi awayekî online, li ser platformên dîjîtal jî dersên kurdî dane.

Şîrove bike