Kovara du mehane ya bi kurdî û tirkî, Dilopê hejmara xwe ya 29an weşandiye.

Hejmara nû ya Dilopê wekî hejmara mehên Çîle û Sibata 2023’yan li pêşberî xwendevanan e.

Di vê hejmara kovarê de xwendevan dikare li ser pirsgirêka kurd dosyayek jî bibîne.

Kovar di her hejmarê de li ser mijareke dosyaya xwe amade dike vê carê li ser pirsgirêka kurd dosyayek girtiye dest.

Dosya bi sernavê “Di dema ketina sedsalê de çareserî di bin dorpêça operasyona leşkerî/siyasî de” hatiye amadekirin.

Doç. Dr. Arzu Yilmaz, Kordînatora Sosyo Polîtîk Saha Araştirmayê Yuksel Genç û nivîskar, siyasetmedar Ferda Koç axivîne.

Dosya ji aliyê Serpil Îlgun ve hatiye amadekirin.

Murat Bayram jî ligel Prof. Dr. Michael Chyet hevpeyvîn kiriye.

Da em bikarin rojnamegerîya kurdî bikin û tu van naverokan bibînî piştgirîya me bike... There are 2,389 magazines in Turkey, only the BotanTimes Weekly e-magazine reports in Kurdish. We also translate some of our news stories into English. Support us to keep this journalism going!