Komkujîya Helebceyê bi awayekî fermî wekî “komkujî” hat qebûl kirin

Komkujîya Helebceyê bi awayekî fermî wekî “komkujî” hat qebûl kirin
Komkujîya Helebceyê bi awayekî fermî wekî “komkujî” hat qebûl kirin
Botan Times
  • 25 Mart 2023 07:00

Bi Helebceyê bi deh hezaran kes hatibû kuştin.

Parlemena Eyaleta Viyana ya Avusturyayê ev komkujî bi awayekî fermî wekî “Komkujî” qebûl kir.

Parlementera kurd Bêrîvan Aslan jî têde komek mebûsan di Parlemena Eyaletê ya Viyanayê da daxwazname da parlemenê ku Helebceyê wekî komkujî qebûl bike.

Bêrîvan Aslan bi ser hesabê xwe ya medyaya civakî ev biryara ku li parlemenê hat girtin belav kir.

Di dîroka siyasî ya Avusturyayê da yekemîn car sûcê li hemberî kurdan wekî komkujî hat qebûlkirin.

Keskan, SPO (Partiya Demokrat a Sosyal) û NEOS (Yenî Avustralya û Forûma Lîberal) bi hev re daxwazname dan parlemenê. Roja 23yê (duh) Adarê li Parlemena Eyaleta Viyanayê dengdan çêbû. Di dengdanê de piraniya mebûsan komkujiya Helebceyê bi awayekî fermî wekî “komkujî” qebûl kir.