Şerafettîn Kaya, hiqûqnas û siyasetmedarê Kurd ku li Elmanyayê miribû, li Mûşê hatiye binaxkirin. Kaya di 12ê Adarê de parêzeriya ciwanên Kurd kiriye û di 12ê Îlonê de bi wan re bi zilma li girtîgeha Amedê re rûbirû maye. Weke parêzerekî di eşkerekirina îşkenceyê de roleke girîng lîstiye.
Cinazeya parêzer Şerafettîn Kaya ku di nava tevgera siyasî ya Kurd de kesayetekî rêzdar e, ji Elmanyayê anîne Mûşê, bajarê ku lê dayîk bûye û li wir binaxkirin e.
Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Şevîn Çoşkun, Parlamenterên Mûşê yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), Parlamenterê Bedlîsê Mahmût Celadet Gaydali, rêxistina HDPê ya Bajarê Mûşê, parêzerên baroya Mûşê û endamên malbatê tevlî merasîma binaxkirinê bûne.
Çavkanî: Bianet Kurdî
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.