Ranêzikiya Saziya Zimanê Tirkî ya li Kurd û Kurdî

Gava mirov di ferhenga wê de li pênaseyên madeyên “Kürt”, “Kürtçe û “kürdi”yê dinêre, dibîne ranêzikiya vê saziyê ya li dijî kurdan û zimanê kurdî ne helwesteke zanistî lê tam li gorî îdeolojiya fermî ya red û înkarê ye.

***

Di sala 2006’an de min bi navê “Helwesta Saziya Zimanê Tirkî ya li Dijî Zimanê Kurdî” gotarek nivîsîbû û di kovara Zendê “rêzepirtûk 4” ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de hatibû weşandin. Min meraq kiribû bê ka ev sazî di ferhenga xwe de madeyên kurd û kurdî çawan pênase dike û her wisan çima cih nade peyvên ji kurdî ketine zimanê tirkî ku aşkera dikin ji bîst û çar zimanan peyv ketine tirkî lê kurdî di nav wan de nîn e û min rexne li helwesta wan girtibû.

Saziya Zimanê Tirkî (TDK) di sala 2014’an de Ferhenga Kurdî-Tirkî û Tirkî-Kurdî çap kir. Îcar wê demê hem pêvajoya çareseriyê hebû hem jî Tirkiye ji bo bibe endama Yekîtiya Ewrûpayê hin qanûnên xwe diguhartin û siyaseta xwe ya li hemberî kurdan piçek nerm dikir.

Min hez kir ez ji nû ve û bi awayekî sînorkirî li ser ranêzikiya wê ya li kurd û kurdî binivîsim.

Ev saziya zimanî ya navborî heta niha 12 caran Ferhenga Tirkî çap kiriye û her çap ji ya din berfirehtir e. Ferheng cara pêşîn di 1945’an de û cara dawî jî di sala 2023’yan de hatiye weşandin.

Gava mirov di ferhenga wê de li pênaseyên madeyên “Kürt”, “Kürtçe û “kürdi”yê dinêre, dibîne ranêzikiya vê saziyê ya li dijî kurdan û zimanê kurdî ne helwesteke zanistî lê tam li gorî îdeolojiya fermî ya red û înkarê ye. Jixwe di Ferhenga Tirkî de hîç behsa peyvên ji kurdî ketine nav zimanê tirkî nayê kirin. Carinan li ber peyvên kurdî wekî “kalıç” kurtebêjeya hlk (di divoka gel de) hatiye danîn. Ev “kalıç” jî “qalûç”a me ye û şêweyên kalûç, qalûçik, qalûçk, qalûj û qalûnç guhartoyê wê û şalok, kasok, dasok, dasgenim, dasa dexilê û dasa palehiyê jî hemwateyên wê ne.

Çendî helwesta wê çi qas diçe piçek nerm bûbe jî (wekî çapkirina ferhenga Kurd-Tirkî û Tirkî-kurdî), lê belê zêhniyet eynî ye. Ji bo mebesta vê saziyê baş bê fehmkirin, em çend mînakan pêşkêş bikin. Wek nimûne, di çapa pêncemîn (1969) a ferhenga vê saziyê de, li hemberî madeya kurd (Kürt) ev gotin hene: “Navê wê civatê ye ku pirî wan tirk in, lê belê wan zimanê xwe guhartiye, bi farisiyeke xerab diaxivin û li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê dijîn û kesê ji vê civatê.” Her wiha, di heman çapê de, li hemberî peyva kurdî (kürdi) jî ev daxuyanî hene: 1. Di muzîka rojhilat de perdeya dirûvê notaya sî bemolê pê dikeve 2. Meqamê qerarê wê li ser perdeya dugahê ye.” Ji bo peyva kurdî (Kürtçe) jî tenê tebîra “Zimanê kurdî” cih girtiye. 

Li gorî saziyê, kurd ne gel an netewe lê civatek e û bi binyad û reseniya xwe ve jî tirk in, lê wan zimanê xwe ji bîr kiriye û îroj bi farisiyeke şikestî û bed dipeyîvin.

Di çapa heştan a sala 1988’an de, peyva kurd (Kürt), wiha hatiye şirovekirin: “Civatek e ku li Asyaya Pêş dijî û kesê ji vê civatê.” Ji bo berginda peyva kurdî (kürdi) jî ev ravekirin hene: 1. Di muzîka rojhilat de perdeya dirûvê notaya sî bemolê pê dikeve 2. Meqamê qerarê wê li ser perdeya dugahê ye.” Balkêş e di vê çapa hanê de bêjeya kurdî (Kürtçe) tune ye. Tenê mirov dibîne wa di vê çapê de helwesta saziyê ya li dijî peyva kurd hinekî nerm bûye û negotiye “kurd bi binyada xwe tirk in û zimanekî col ê şikestî bi kar tînin.” Kurd, wek civateke li Asyaya Pêş hatiye diyarkirin.

Di çapa 2005’an a ferhengê de lênêrîn û ramana saziyê ya der heqê “kurd”, “kurdî” û zimanê kurdî de neguheriye. Ji bo kurd (Kürt) pênaseya “Civatek e ku li Asyaya Pêş dijî û kesê ji vê civatê”hatiye kirin. Her wiha ji bo kurdî (Kürtçe) “Zimanî kurdî” û ji bo kurdî (kürdi) jî 1. Di muzîka klasîk a tirkî de perdeya dirûvê notaya sî bemolê pê dikeve 2. Meqamekî ku li ser perdeya dugahê ye”hatiye gotin. Lê pênaseya “kurdî” ya meqamekî muzîkê bûye “muzîka klasîk a tirkî…” Îcar di çapa 11’an a 2011’an de tenê di madeya kurdî (Kürtçe) de pênase guheriye: 1. Zimanê ku kurd bi kar tînin 2. Tiştê bi vî zimanî hatiye nivîsîn.

Çapa nû (2023) ya Ferhenga Tirkî li ber destê min nebû, loma min bala xwe da ferhenga Saziya Zimanî Tirkî (TDK) ya online. Di wê de jî heman rewş didome û wekî çapa 11’an tarîfa kurd, kurdî û zimanê kurdî hatiye kirin.

Min bala xwe da pêşgotina Serokê Saziya Zimanê Tirkî ya Ferhenga Kurdî-Tirkî û Tirkî-Kurdî, bê ka ji bo zimanê kurdî çi dibêje. Wî di pêşeka xwe de diyar kiriye zimanê kurdî li Bakurê Iraqê, Bakurê Sûriyeyê, Başûrê Rojavayê Îranê û li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoliyê tê axaftin. Li Tirkiyeyê zaravayên kurmancî û zazakî tên bikaranîn û hejmara axêverên kurdî piştî tirkî di rêza diduyan de ye û ev ferheng jî destdana hev a du zimanan e ku di nav hev de dijîn.

Çendî di pêşgotina vê ferhengê de feraseteke nû û nerm bixuye jî, lê zêhniyeta giştî neguheriye .Kurd ne wek gel û netewe û kurdî jî ne wekî zimanekî asayî ya xwedî maf û statu heye. Hiyerarşî berdewam, biçûkdîtin û kêmxistin jî her didome. 

Tirkiye xwe wek netewe-dewlet li ser tekperestiyê (monîzmê) ava kiriye û giranî daye ser ziman û dîrokê. Hem Saziya Zimanê Tirkî hem Saziya Dîroka Tirkî hem jî Partiya Gel a Komarê (CHP) ji aliyê Ataturk ve hatine damezirandin û wî parekeke giring ji mîrata xwe jî ji wan re hiştiye. Meseleya Teoriya Zimanî ya Rojê (Güneş Dil Teorisi) û Teza Dîrokê ya Tirkî (Türk Tarih Tezi) jixwe aşkera ye bê çawan tirkî dike bingeha hemû zimanan û dîroka tirkî jî dike hîmê hemû şaristaniyan. Bi kurtasî, li gorî van tezan tirk û tirkî binyada her tiştî ne. 

Ji van saziyan rola du heban ew e da di warê teorîk de îdeolojiya fermî ya kemalîst xurt bike, zemîn jê re xweş bike, û bergeh wê fireh û tesîra wê zêde bike. Herçî rola CHP’yê ye jî di warê pratîka de pêkanîna îdeolojiya fermî ye û domandina vê ferasetê ya li ser monîzmê ye.

Asîmîlasyon ne tenê qedexekirina ziman û helandina kom û gelên ji nijadên cuda ye. Ev siyaset tenê zimanên gel û komên etnîkî yên cuda bi wan nade jibîrkirin, rastiyan berevajî dike, bi hiş û mêjiyan dileyîze, wan bêbinyad dike, xwebûna wan ji wan distîne, wan di nav etnîsîteya serwer de dişêwîne û nasnameyeke nû li wan disepîne. Bi kurtasî, bi çalakî û xebateke welê dike ku ew gel û neteweyên din ên bindest xwe binimînin ango bişibînin serwerên xwe û bi vê sepanê dev ji xwe, ji esil û binyada xwe berdin, xweziya xwe bi serdestên xwe bînin û bi her awayî bibin yek ji neteweya serwer û “dilşad” bibin. A çerxa asîmîlasyonê wiha bi ger dikeve, çeşîdî û pirrengiyê dikuje û armanca wê ew e civakeke ji ferdên homojen biafirîne.Vê jî bi hemû kes, sazî, damezirewa, partî û rêxistinên xwe yên girêdayî îdeolojiya fermî pêk tîne.

Şîrove bike