Derba Sor

Li dora xortekî civiyane, nahêlin kesek bê ser serê wî. Qey li benda tiştekî ne. Tu hinek li dora wan dizivirî da ku bibînî. Yên li derdorê wekî pejên hişk bi hev zeliqîne. Tu hema milê yek ji wan didî aliyekî ji bo ku bi rihetî bibînî. Xortek li erde dirêjkirî, heft-heşt qul hene di zikê wî de, wisa dibêjin, û xwîn jê diherike.

***

Şeveke nîvtarî tu bi lingên xwe yên sist xwe diavêjî derve. Zêde ne qerebalix e lê hebûna wan te aciz dike û dixwazî lezelez ji wan dûr bikevî. Tu naxwazî li rûyê kesekî binêrî, wekî ku peyvên te yên rojane qediyabin, tu ditirsî nekarî peyvekê biafirînî ji zimanê xwe. Tu hema serê xwe dixî ber xwe û dimeşî, nizanî destên xwe jî li ku veşêrî. Jixwe tu her dem wisa difikirî ku ev dest zêde ne. Îro jî ew roj e. Hema nebûna çi xweş dibû, derdê danîna li derekî jî nedima.

Hinek li pêş çend kesan dibînî, xefexef nêzîkî wan dibî. Li dora xortekî civiyane, nahêlin kesek bê ser serê wî. Qey li benda tiştekî ne. Tu hinek li dora wan dizivirî da ku bibînî. Yên li derdorê wekî pejên hişk bi hev zeliqîne. Tu hema milê yek ji wan didî aliyekî ji bo ku bi rihetî bibînî. Xortek li erde dirêjkirî, heft-heşt qul hene di zikê wî de, wisa dibêjin, û xwîn jê diherike. Hema devê te vedibe, rûyê xwe dixî nav destên xwe û ji wir direvî. Ditirsî, difikirî, meraq dikî û direvî.

Di nav xwîdanê de mayî. Dixwazî vegerî û careke din binêrî lê tu pir dûr ketiyî. Bi strana xwe re hêdî hêdî dimeşî. Heyv destê xwe dirêjî te dike, tu nagirî. Ne îşev, dibêjî, îşev ne ew şev e. Hê jî diricifî û ew şûnên ku xwîn jê diherikî ji bîra te naçe. Çawa, dibêjî, çawa dikarin bi heft-heşt derban kêr lêxin?

Tu têy û dikevî nav rêyeke teng, dixwazî ji wê bîranînê xilas bibî, ya ku te hêj ji xwe re kiribû bar. Ewtewta seyan tê. Wexta tu vî dengî seh dikî, ji berê ve, hema çokên te diricifin, rûyê te spîboz dibe û dilê te lê dide. Dîsa tu nikarî xwe tev bidî; ne dikarî birevî, ne dikarî biqîrî. Lê çavên te dibînin. Yek bi yek tên: yek, du, sê, çar, pênc, şeş, heft, heşt tam heşt se ber bi te ve tên û tu bi tirs li hêviya wan î. 

Du heb ji wan reş, şeş ên din spî ne. Direvin û tên, yek bi yek li te dinêrin, bi wan awirên tûj. Devê xwe vekirine û diranên xwe yên ku her yek wek şûrekî ye, nîşanî te didin. Tu nikarî gavekê biavêjî. Hema xwe diavêjin ser te. Yê ewil bi dilê te digire, yê din bi kezeba te, yê din bi rêviyên te, yê din bi mejiyê te, yê din bi singê te, yê din bi gurçikên te û yên mayî jî bi ruhê te. Hema diranên xwe yên tûj tê re dixin, ne heft-heşt caran, bi dehan. Hêstirên te dibarin, xwîna te wek a wî xortî diherike, belkî li derekî bigihîjin hev. Çi bû gunehê wî xortî, yê te çi bû? Çawa bi ruhê te girtibûn û çûbûn? Te hema dîtibû ku tu wisa bê xwîn, bê dil, bê kezeb û bê ruh mayî.

Tu dibînî yek bi yek parçeyek ji te vedikin û diçin. Ewil yên reş diçin, piştre yên din.

Şîrove bike