Figen Yüksekdağ: Em bi berxwedanê hebûn, em ê bi berxwedanê bi ser kevin

17yê Gulnaê, duhî, biryarên Doza Kobanîyê hatin dayîn.

Di Doza Kobanîyê da, 30 sal û 3 meh cezayê hefsê bo Figen Yüksekdağê hatîye dayîn. Wê piştî encamdana dozê cara ewil peyamek belav kir.

Wê di peyama xwe da gotîye: Em bi berxwedanê hebûn, em ê bi berxwedanê bi ser kevin

Ji ber dozê bi giştî 108 siyasetmedar û endamên HDPyê tên darizandin û 18 ji wan girtî ne.

Dadgehê bi hinceta 47 tawanên cuda bi giştî 42 sal cezayê zîndanê da hevserokê berê yê HDPyê Selahattin Demirtaş û 29 sal ceza jî da Figen Yüksekdagê.

Herwiha Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Türk ji Doza Kobanîyê ceza wergirt.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê temamîya peyamê wiha ye:

“Di 8 salên ku di Doza Kobanê de dîl hatin girtin de me rûmet û azadiya gelên xwe, jinan û kedkaran û edalet parast. Li dijî artêşa DAIŞ’ê ya qirker û tecawizkar û hevkarên wê êrişa li ser wijdana civakî, piştevaniyê û îdeala welatê mirovahiyê ya mezin û komareke demokratîk e. Em li dijî operasyonên tasfiyekirinê yên siyaseta demokratîk li ber xwe bidin û her gaveke li dijî jiyana hevpar û pêşeroja  gelên me pûç bikin. Em bi hêz, bawerî û zanîna mafdarbûna xwe bi bawer in. Em hêvî dikin ku gelên me jî dê bi vê baweriyê di rêya azadiyê de bibiryardarî bimeşe. Bila kes xemgîn nebe, dilê kesê neêşe. Heta îro nekarîn têkbibin, nekarîn çok deynin. Biryarên cezayên giran nekarîn gelên Tirkiyeyê vegerînin derfetên jiyana bi hev re. Dê ji niha şunde jî sernexînin. Em bi berxwedanê hebûn. Em ê bi berxwedanê serbikevin. Bi silav û hurmet.”

Şîrove bike