Erdhejên 6ê Sibatê: Nasnameya 16 zarokan hê jî ne diyar in

  • 25/04/2023
Erdhejên 6ê Sibatê: Nasnameya 16 zarokan hê jî ne diyar in Wêne:Murat Bayram/ Semsûr, Sibat 2023
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

25/04/2023

Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ragihandiye ku ji 1914 zarokên ku di erdhejên 6ê Sibatê da di bin kavilan da mane û hatine derxistin jê 1808 zarok radestî malbatên wan hatine kirin.

Wezaretê li ser hesabê xwe ya Twîtterê daxuyanîyek weşandiye. Di daxuyanîyê da 1914 zarokên ku ji bin kavilan hatine derxistin tomarkirine. Piştî kontrola nasnameyan û tesbîtkirina nasnameyan 1808 zarok radestî malbatên wan hatine kirin.

Di daxuyanîyê de hatiye destnîşankirin ku 71 zarok di bin çavdêriya saziyê da ne û ji wan nasnameya 16 zarok hêj nehatine tespîtkirin.

Pêvajoya tedawiya 26 zarokan li nexweşxaneyan berdewam dike.
Hat ragihandin ku 9 zarokên ku di qeydên Wezaretê da bûne, li nexweşxaneyê dihatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan.

Her weha di encama xebat û lêkolînên Rêveberiya Karesatan a Sîstema Zanyarî ya Malbatan de mirina 514 zarokan tespit bûye.

Çavkanî /bîanetkurdî

%d