Roja 8emîn ya erdhêjê: Kê çi got?

13/02/2023
Piştî erdhêjê Hatay

Erdhêjên bi lerza 7,7 û 7,6 pêk hatin li 11 parêzgehan xisareke mezin çêkir.

Hejmara kesên di erdheja 6ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dan 31 hezaran derbas kir.

Tê gotin ku ji 80 hezarî zêdetir mirov jî birîndar bûne.

Di nav van kesan de xebatkarên lêgerîn û rizgarkirinê û xebatkarên alîkariyê jî hene.

Her wiha li gorî daxuyaniya AFADê piştî erdhejê 2 hezar û 724 erdhejên biçûk çêbûne.

Hejmara xebatkarên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji derveyê welat hatine Tirkiyeyê jî 9 hezarî derbas kir.

Bozdag: Di derbarê 134 kesan de lêpisîn hate destpêkirin

Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdagê dîyar kir ku derbarê 134 kesên berpirsiyariya wan di avahiyên ruxiyayî de hebûye lêpirsin dane destpêkirin.

Ji wan sê kes jî hatine girtin.

TTBê bertek nîşanî biryara perwerdeya ji dûr ve da

Biryar hatibû dayîn ku mexdûrên karesatê erdhêjê li wargehên Saziya Krediyê û Yurdan (KYK) bên bi cih kirin.

Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) bertek nîşanî biryara Lijneya Xwendina Bilind (YÖK) a ji bo perwerdeya ji dûr ve ya li zanîngehan da.

TTB jî dibêje, “Di perwerdehiya tibî de perwerdehiya ji dûr ve wê pêşî li şaşî û kêmasiyên nayên vegerandin veke.

em dixwazin YOK di zûtirîn dem de ji vê biryarê vegere û dev ji perwerdeya rû bi rû bernede.”

Alîkariyên ji derveyî welêt

Piştî erdhejên Mereşê ji gelek welatan ekîbên lêgerîn û xilaskirinê hatin alîkariya Tirkiyeyê.

Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku ekîbên lêgerîn û rizgarkirin yên 20 welatên Yekîtiya Ewropayê û her wiha yê Arnavutluk û Karadagê ji bo biçin Tirkiyeyê seferber bûne. 

Her wiha YEyê ragihand ku ew ji bo medxurên erdhêjê ji civaka navnetewî alîkariyê kom bikin dê di meha Adarê de konferansek li dar bixin.

Serokê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Tedros Adhanom Ghebreyesus bo mexdurên erdhêjê got:

“Tîmên tenduristiyê yên lezgîn hatine aktîfkirin da ku lênihêrîna bingehîn a tenduristiyê bidin mirovên ku ji erdhejê bandor bûne.”

Hat ragihandin ku malzemeyên ku dê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê dişîne Tirkiye û Sûriyeyê dê bi têrî 100 hezar mirovî bike.

Çavkanî: BBC Turkçe, DW,Kısa Dalga



sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gulistan Korban

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Weşana berê

Why don’t the citizens go to camps, schools, and mosques but they wait on the ruins?

Weşana paşê

ZINDÎ – Roja 9ê ya erdhêjê

Te hay ji vê heye?

Erdhêj û adem-î merkezîyet

Ev nivîsa ku 2023yê hatiye nivîsîn,

Anarşîstekî Dij-Kolonyal: Errico Malatesta

Ji bo ku ji rastiya Kurdistanê

Parlamentera berê ya HDPê Huda Kaya di danişîna yekem de serbest bû

Derbarê pênc parlamenterên berê yê HDPê

Dengê jineke Dîlokî li Londonê olan dide

Di her albûmeke wê ya nû