Elektrîka neqanunî, kolonyalîzma qanûnî û netewebûn

Em hemî mesele û felsefeya Kurdistana serbixwe dizanin. Bi lêkolîneke pir hêsan ne zehmet e ku mirov bizane li herêmên “rojhilat û başûrrojhilat” nêzî 60 bendavan hene. Herwiha ne zehmet e ku mirov bizane piraniya enerjiya ku ji van bendavan tê bidestxistin, ne ji bo “gelên herêmê” ye, ew enerjî derbasî rojava dibe.

***

Berî hefteyekê li bajarên Bakurê Kurdistanê şewat derket û di encamê de bi dehan kes mirin. Dema li ser bûyerekê dinivîsînim, naxwazim bêhurmetiyê bikim li bîranîna ew kesên mirîne û tiştên qewimîne. Lê diyar e ku neaxaftin bi kêrî me nayê.

Dema ku ev bûyer qewimî, piraniya hesabên sexte yên medyaya civakî îdia kirin ku şewat ji ber bikaranîna elektrîka neqanunî ya kurdan derketiye. Lê pirsa ku divê em bipirsin ev e: ew têgeh çiqas maqûl tê bikaranîn? Qaçax/qaçaxî? Bi vê minasebetê min xwest ez lê binêrim ka peyva qaçax çi ye û meseleya ‘kê elektirîka kê bi kar anîye’ çi ye.

Li gorî TDK’yê, qaçax: 

Eşya an madeyên ku bi dizî hatine qaçaxkirin,

Ji aliyê qanûnê ve qedexe ye an jî destûra pêwîst nayê girtin,

Kesê ku ji cihê xwe yan jî ji qanûnê direve

Em hemî mesele û felsefeya Kurdistana serbixwe dizanin. Bi lêkolîneke pir hêsan ne zehmet e ku mirov bizane li herêmên “rojhilat û başûrrojhilat” nêzî 60 bendavan hene. Herwiha ne zehmet e ku mirov bizane piraniya enerjiya ku ji van bendavan tê bidestxistin, ne ji bo “gelên herêmê” ye, ew enerjî derbasî rojava dibe.

Bi formuleke hêsan, divê ne dijwar be ku mirov bibîne bi rastî jî ka kî elektrîka neqanunî bi kar tîne. Axê wekî ya xwe bifikirin. Lê hûn nikarin ji xêr û bereketên wê sûdê wergirin. Wekî din, hûn hewl didin dahata axa xwe û çemê xwe ji bo xwe bi kar bînin li dijî felsefeya kolonyalîzmê. Û yê ku bi peyva qaçax, qaçaxî û qaçaxçî tê pênasekirin jî hûn in.

Dikare bê gotin ku bikaranîna elektrîka neqanûnî gava yekemîn a netewebûnê bû di çarçoveya ku kurd enerjiya axa xwe ji bo xwe bi kar bînin. Plana bingehîn a dewleta kolonyalîst ew e ku çand, ziman, hebûn û heta cewhera têbieta civaka ku îstîsmar dike, bike pirsgirêka ewlehiya neteweyî xwe. Desthilatdariya kolonyalîst çi li herêmê dike bila bike, ji bo ewlekariya xwe û hinceta parastina xwe bi kar tîne. Di encamê de hem hebûna wê ya li herêmê wekî kolonî û hem jî kirinên wê dibin qanûnî. Lê belê di vê çarçoveyê de, çiya û kevirên herêmê jî dibin neqanûnî.

Bi kurtî, ger qaçax û qaçaxçiyek hebe, ne kurd in ku ji bereketa xwezaya xwe sûdê werdigirin.

Şîrove bike