Rêxistina HDPyê/DEMê, heta niha xwedîyê barê hemû mafên kurdan bû. Bi awayekî tebîî barê mafê zimanî jî li ser milê wan bû û ji ber ku xwedîyê vê meseleyê bûn, di nav xelkê de ‘eleqe û vegera li zimanê kurdî bi piranî dihat maneya vegera sîyaseteke kurdan jî û vî tiştî HDP xurttir dikir. Lê niha li qada sîyasetê HUDAPAR wek reqîbekî hewl dide ku bibe xwedîyê meseleya dersên bijarte.
Min nivîsek li ser Botan Timesê weşandibû ku min di wê nivîsê de behsa rewşa zimanê Kurdî û îmkanên li ber derî kiribû. Bi kurtasî, min gotibû îro ji bo kurdan metirsîya herî muhîm têkçûna zimanî ye û li gor lêkolînan bikaranîna zimanî di nav nifşan de bi lez kêmtir dibe. Li gor qaîdeya “ger temamê tiştekî nayê bidestxistin, bi temamî nayê terkkirin jî” divê kurd, rêxistin û partîyên kurdan li dersên bijarte yên kurdî xwedî derkevin.
Li Tirkîyeyê rewş û statuya dersên bijarte yên kurdî jî wek rewş û statuya kurdan e. Ders hene, heqê hilbijartina dersan jî heye lê dema tu hildibijêrî piranî bi destê te nakeve. Ev meseleyek e ku bi sîyasetê ve girêdayîye û hem li ber çavan e hem jî tê veşartin. Carnan îdareyên mekteban vedişêrin, carnan mamoste tunene, carnan jî malbat cesaret nakin ku dersan hilbijêrin. Belkî problema herî mezin ew e ku heta niha tu xwedîyên vê mijarê, mijara dersên bijarte tunebû.
Ji ber ku prosesa hilbijartina dersan dewam dike, ez dixwazim li ser vê meseleyê careke din rawestim. Mafê dersên bijarte di nav pêvajoya çareserîyê de hate qebûlkirin. Yanî tu şik tuneye ku ev maf, encama têkoşîna kurdan e û destkeftinek e. Jixwe parlamentera DEMê Gulîstan Koçyiğit jî vê yekê tîne ber çavan. Lê li alîyê din berdevka komîsyona zimanî ya DEMê Cemile Turhalli jî statuya dersên bijarte rexne dike û dibeje “navê Kurdî jî di rêziknameyê de cih nagire, em nikarin bêjin naskirina vî mafî ji dil e, çima em taqet û qeweta xwe di vî warî de xerc bikin?”
Dema mafê dersên bijarte yên kurdî di sala 2012an de bi awayekî qanûnî hatibû qebûlkirin, HDP û sazîyên li dora partîyê li dijî vê gavê derketin, ji ber ku wan gaveke xurttir dixwast, xwestina wan ne dersên bijarte, mafê perwerdehîya bi zimanê kurdî bû. Yanî HDP/DEM dibêje em pergaleke perwerdehîyê dixwazin ku li ser kurdî ava bibe, bila tirkî jî tê de hebe Îngilîzî jî lê bila li ser Kurdî bilind bibe. Helbet ya herî rast ev xwestine ye.
Ji ber ku mafê hate dayîn li hemberî xwestina HDP û kurdan pir biçûk bû, HDPyê û sazîyên li dora HDPyê ev ders boykot kirin, lewma tenê 18 hezar kesan Kurmancî û 1800 kesan jî Zazakî hilbijart. Yanî ev gav, ji bo Tirkîyeyê gaveke pir muhîm bû lê ji ber sekna HDPyê li ber çavê kurdan tu qîmet nedît. Îro jî derdora 20 hezar kesan dersên kurdî hildibijêrin. Ji wê salê û virde daxwaza zimanê kurdî kêm nebû, aktîvîzma li ser zimanî xurttir bû. Ji ber vê yekê jî dijberîya HDPyê ya li hemberî dersên bijarte hêdî hêdî sist bû. Îro Turhalli dibêje “em xwe ji dersên bijarte dûr naxin, lê xwedî temkîn in, ji ber ku tiştên nedîyar hene”. Ev gotina Turhalliyê jî dide ber çavan ku hêj jî ne bi dilê wan e lê sekn û pozîsyona partîyê jî diguhere.
***
Bi ya min çawa ku li hember qedexekirina şerpayan, ev mesele ji bo sîyaseta îslamî bû liv û tevgerek, potansîyeleke mezin heye ku ji bo bilindkirina sîyaseta kurdan jî bibe liv û tevgerek. Yanî meseleya zimanî, di nav sîyaseta kurdan de hem bi awayekî exlaqî û etîk hem jî bi awayekî pragmatîk dide qezenckirin. Ji ber vê yekê jî mimkun e ku reqabet li ser vê meseleyê bê kirin.
Rêxistina HDPyê/DEMê, heta niha xwedîyê barê hemû mafên kurdan bû. Bi awayekî tebîî barê mafê zimanî jî li ser milê wan bû û ji ber ku xwedîyê vê meseleyê bûn, di nav xelkê de ‘eleqe û vegera li zimanê kurdî bi piranî dihat maneya vegera sîyaseteke kurdan jî û vî tiştî HDP xurttir dikir. Lê niha li qada sîyasetê HUDAPAR wek reqîbekî hewl dide ku bibe xwedîyê meseleya dersên bijarte.
HUDAPAR ji ber ku şirîkatîyê bi AK Partîyê re dike, ne li hember hikumetê, li kêlekê disekine û siyaseta xwe li gorî cihê xwe dimeşîne. Û li aliyê din meseleya zimanê kurdî li ber çavê tirkan ne mîna meseleyên din e. Di nav tirkan de ji sedî 42 kes qebûl dikin ku Kurdî bi awayekî, di nav sîstema perwerdeyê de cih bigire. Ji ber vê yekê dersên bijarte yên kurdî ji bo HUDAPARê mafekî maqul e ku dest bi sîyaseta kurdan bikin. Ev nêzî mehekê ye, HUDAPARê ji bo dersên kurdî dest bi kampanyayekê kirîye ku xurt xuya dike. HUDAPARê li Diyarbekirê panelek û li Batmanê piştî nimêja înê, ji bo ku balê bikêşin ser dersên kurdî meşek li dar xistin. Jixwe di rêznameya HUDAPARê de cihê mafên kurdan heye û helbet di vî warî de ‘emelên wan jî hene. Lê dîsa jî ev her du çalakî ji ber ku bi tenê û bi temamî li ser zimanê kurdî ne, ji niha ve di dîroka HUDAPARê de cihên esasî û îstisna girtin.
Ev nayê vê maneyê ku HUDAPAR ala kurdbûnê ji dest DEMê digre, mimkun xuya nake. Lê dema ku di qadê de aktorên ku bandora wan li ser gel hene zêde dibin, hem reqabetek çêdibe hem jî aktor ji hev hînî tiştan dibin. Gava ku aktorek tiştekî dike ê din jî hewcedarîyê pê dibîne ku tiştekî bike. Wek mînak em dikarin bêjin di avakirina partîya HUDAPARê de helbet tecrubeya ji HEPê heta HDPyê cihek girtîye. Platforma Dildarên Pêxember (Peygamber Sevdalıları) mîtîngên rojbûna pêxemberî li dar dixin û em dikarin bibêjin ku ew vê wek alternatîfa newrozê difikirin û coşa wan jî dişibînin hev. Dema mîtingên rojbûna pêxemberî bi sed hezaran însan li qadê kom kirin û li ser vê coşê partîya HUDAPARê hat avakirin, li hemberî vê, HDPyê jî dest bi mîtingên ‘Rojbûna Pîroz’ kir. Çaxa ku HUDAPARê ew mîting sekinandin, HDPyê jî dest jê kêşa. Meriv dikare minakan zêde bike, lê ne hewce ye. Çend roj berê rêvebireke/î sazîyeka nêzî HDPyê di cim’atekê de got ji ber ku HUDAPAR ev çend sal in ‘eleqeyê dide dersên kurdî me jî dijberîya xwe sist kirîye.
Ji ber vê yekê xuya dike ku HUDAPAR dixwaze di warê zimanî de bibe xwedîyê cihekî, hewl dide ku li kampanyayên dersên kurdî xwedî derkeve. Bi vê rêye helbet hem wek îmaj û exlaqî hem jî pragmatîk û polîtîk destleftin hene. Û dîsa ev jî xuya dike ku hewla HUDAPARê reqabetekê di warê zimanî de ava dike û HDP/DEM jî sekna xwe sererast dike. Ev reqabeteke bixêr e, di vê reqabetê de kampanyayên zimanî dê şên bibin û ‘eleqaya gel jî dê ji bo zimanî zêde bibe. Kampanyayên zimanî yên ne sîyasî jî vê ‘eleqeyê xurttir dikin.
Xulase, êdî aktorek an jî partîyek ne xwedîyê qada zimanî ye. Herçiqas aktorek li wê qadê domînant be jî şert û merc guherînan bi xwe re tînin. Bêndera zimanî her kesî têr dike û potansîyelek heye ku ev mesele ji bo sîyasetê bibe liv û tevgerek. Û dîsa “ger temamê tiştekî nayê bidestxistin, bi temamî nayê terkkirin jî”. Ji ber vê yekê jî ne mimkun e ku tu kes, sazî û partî pişta xwe bide dersên kurdî.