Botan International dê bi piştgirîya Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Kargerhên Rojnamegerîya Kurdî ya Dijîtal pêk bîne. Di bernameyê de 5 kargeh hene, navên wan û kesên ku dê dersan bidin ev in:
*Kargeha Editorîya Videoyan: Semiha Yıldız (Botan Times)
*Kargeha Edîtorîya Medyaya Dîjîtal: Hozan Adar (DW, Amida Haber)
*Kargeha Amadekirina Dosyayên Nûçeyî: Abdurrahim Gök (Ajansa Mezopotamyayê)
*Kargeha Pêşkeşkarîyê: Gernas Nenas (Waar TV)
*Kargeha Wênegirîya ji bo Nûçeyan: Sertaç Kayar (REUTERS)
Kargeh dê di 11-12ê Gulanê de bên lidarxistin.
Kontenjana beşdaran ji bo kargehan 10 kes in û heman kes wê beşdarî hemî kargehan bibin. Lijneya hilbijêr dema beşdaran hildibijêrin dê ji bo jinan, rojnamegeran, ew kesên ku serî li bernameyên me dane û nehatine hilbijartin, kurdînivîsan û xwendekarên rojnamegerîyê rêxweşker be.
Kargeh dê li Ofîsa Botan Internationalê ya Diyarbekirê/Amedê pêk bê û ders dê bi Kurmancî bin.
Ji bo serlêdanê û zanyarîyên zêdetir: Kargerhên Rojnamegerîya Kurdî ya Dijîtal
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.