Şîna Heyamekê: Şahidî û Edebiyat Yan Jî Berfa Sor

27/04/2024

Dicle, di romana xwe de dîrokê û fikra xwe bi xêra wê topika berfê bêyî ku bikeve avzêma kronoljiyeke sar digihîne xwendekarê xwe. Bi wê topika berfê, hêrseke jidil jî xwe mezin dike lê bi sloganan xwe nagindirîne. Bi wê berfê re şer heye lê pornografiya hestê tuneye. Bi wê şepê re xof heye lê kemiyet bi wesfdariyê re nikare serî derîne. Jîrbûn û zerafeteke tabi’î heye di hevokên wî de. Jixwe gava we Berfa Sor girt destên xwe, ya ku dê bala we bikêşîne ez bawerim dê ew bilêvkirina wêrek be. Ev e serkeftina edebî.  

***

Ji bîra min: Mêdyayê ji min re qala sê berfan dikir. Ji Girê Elî Ziyaretê dest pê dikir û heya xwe digihande Newala Xirxorê, bi çarika xwe ya çîlspî wekî ku li ser sînorekî sekinandî be diaxivî. Got hê yek ji we jî tunebû û bi çarika xwe dev û zimanê piçûka malê şil kir gava xwest pê de biçe û ji min re berfeke bi qasî çarika xwe çîlspî bibarîne. Got berfa ewil ya kûçikan e, nexwin. Pêşî ew dibare. Ew jî bê dilê xwe dibare loma têra dilê xwe erdê spî nake. Ya duduyan ya pisîkan e wê jî nexwin. Mêdyayê tiliyeke min bi paçekê pêçand û ez ji deriyê sebrê  derbas kirim. Ji nava xeberoşkekê dernediket jixwe min dizanibû lê dîsa jî haziriya min ji bo wê berfê bû. Qirika xwe paqij kir û got ya sisêyan e, ya tu li hêviya wê yî. Di destê min de taseke sifir hebû gava li ber paceyê berfa min û we xwe dişibande çarika Mêdyayê. Bêhna dimsê dihat ji tiliyên wê. Mêdyaya kulîlka Perîzadeyê dayika min bû û ji berfê bedewtir bû. 

Berfa Sor pişt re bariya…

Ji Berfa Sor: Berfa Sor a Mehmet Dicle dengekî li ber guhê meriv dixe. Ji bo min dengê şeveke zivistanê ye. Bi bihîstina wî dengî heyamek sivik nabe. Bi raya min jixwe nivîskarê romanê sivikkirin yan jî girankirin ji xwe re nekiriye derd. Tenê vegotiye. Loma ew pirsa giran careke din dikare bê pirsin: şahidên wê heyamê îro dikarin biaxivin gelo! Teorîya em pê dizanin, bi hin awayan gava mijar dibe ‘felaket’ dibêje, na. Em zêde bi ser wê teoriyê de neçin jixwe dîtina min jî ji ya nivîskarê Berfa Sor ne dûr e. Bi ya min jî teorî ji bo ku xwe qane bike pirî caran metnan dike qurbana xwe û bi kêfa dilê xwe têgehan dicû. Lêbelê bîr, şahidî û rastî jî bibe nebe berê me didin wê dîtinê. Haya nivîskar ji wê hebe tunebe jî ya ku qewimîye û li ber çavên me ye êdî em dikarin bibêjin şirove ye. Belê nivîskarî ji xwe re kozikeke edebî çêkiriye û wî ji civata li dora xwe kom kiriye re dibêje: ji bîr nekin û vegerin bîra xwe. Kîjan bîr e ew? Em wê bîrê di xwendina Şahid û Bîr a Giorgio Agamben de, di Bîr Dîrok Jibîrkirin a Paul Ricoeur de û helbet di Felaket û Edebiyat a Marc Nichanian de dibînin. Bîra ew bi pey ketibûn û ya Mehmet Dicle bi Berfa Sor kolaye ji hev ne dûr in. Dicle bi pey wê ‘valahiyê’ ketiye û bi serê derziyeke hûr bi xêra edebiyatê hêdî hêdî ji xwendekarê xwe re bîreke edebî kola ye. Bi vê awirê  Berfa Sor ji bo xwendoxê bîrbirî ne demeke nû ye. Lêbelê bi xwendina romanê re şahid û xwendekarê wê demê derfeteke nû pêde dike ji xwe re û li zemanê xwe yê berê vedigere. Noqîbûna biniya wê behrê û wê kêliyê deriyê heyamekê vedike.

Kerem bikin bîra wê şeva zivistanê;

Ji bîra min :Di zivistaneke salên 90î de hê berfa me neheliyabû yekê li paceya odeya me xist. Cixare vêketî bûn. Xwelîdanka li ser naylonê li bin sobeyê, bi qotikên cixareyê dagirtî bû. 

-Kerem bikin werin hundiro got Seyda ji yên li derve re. 

-Em bi şev û roj li derve ne Xalê Seyda, got yên li derve.

Gotin wê hingê qediya. Em hemû xwişk û bira ber bi taxa jêrê ve meşiyan. Tarî bû û hemû gundî cara ewil li camiya gundî ne di sefê de bûn bereksê wê wekî tara bêjingekê çemberek çêkiribûn. Kistîn ji kesî dernediket. Bîna çîmentoyê û sewaxê dihat ji dîwarên camiyê. Mîhrab û mînber li nav guhê hev ketibûn. Jineke ciwan, li camiyê, ji cimaetê re behsa Qur’anê dikir. Ji egala dora stûyê wê bêhna gilyazê dihat! Nîvê şevê gava cî ji xeberdanê re nema, yên li çolê wekî tîrên ji agir bi ser behra welatê xwe ketin û çûn. 

Ji Berfa Sor: Bi xwendina Berfa Sor re pirsekê her keysa xwe çêdikir di serê min de. Bîra min digot, te berê ev çîrok xwendiye! Belê bi temamî ne ev bû lê ji dûr ve diçirûsî. Dicle, dilê min rehet kir û bersiva pirsa min da. Belê hişê min bi vêxistina çiraya xwe ne şaş bû. Berfa Sor ji çîrokeke Mehmet Dicle ya berê nisilîbû: Meqesa Zêrîn xwe xistibû topikeke berfê û ji çîrokê ber bi romanê ve xwe gêndirandibû ber çavên me. Xweşiya edebiyatê bû ev. 

Di çîrok û romana îroyîn de gelekî nivîskar xwe didin rexekê û xwendekarê xwe didin rexê din û dest bi lîstîkeke edebî dikin. Him îronî heye him tinaz heye di vê terzê de. Lêbelê Mehmet Dicle di romana xwe de li pey leyistokên bi vî rengî neketiye. Bi zimanekî biefsûn xwe li mekanekî xusûsî bi cî kiriye û deng li xwendekarê xwe dike:

Metirse, çîrokbêjê te sax e va ye ez hatim! 

Dicle, di romana xwe de dîrokê û fikra xwe bi xêra wê topika berfê bêyî ku bikeve avzêma kronoljiyeke sar digihîne xwendekarê xwe. Bi wê topika berfê, hêrseke jidil jî xwe mezin dike lê bi sloganan xwe nagindirîne. Bi wê berfê re şer heye lê pornografiya hestê tuneye. Bi wê şepê re xof heye lê kemiyet bi wesfdariyê re nikare serî derîne. Jîrbûn û zerafeteke tabi’î heye di hevokên wî de. Jixwe gava we Berfa Sor girt destên xwe, ya ku dê bala we bikêşîne ez bawerim dê ew bilêvkirina wêrek be. Ev e serkeftina edebî.  

Giorgio Agamben hê di destpêka Şahid û Bîrê de ji Primo Levî neqil dike: “Hinek hevalên min, yên herî nêzîk, ti carî behsa Auschwitzê nekirin” lê ji bo hinekan sedema sereke ya jiyînê ew bû ku şahidî ji holê ranebe. “Lê hinekan bêrawestan behsa vê kirin, ez jî yek ji wan im”. Mehmet Dicle bi vegotina xwe li ber xwe dide û behsa wê şeva zivistanê dike ya ku dest pê kir û hê jî neqediyaye. Lêbelê bila şaş neyê fahmkirinê çimkî Berfa Sor ne dîrok e û ne jî belgeyeke dîrokî ye. Belê berxwedanek e lêbelê berxwedaneke edebî ye. Berfa Sor berfirehkirina dem û dewranekî ye.  Berfa Sor şahidiya edebiyatê ye û bi xêra edebiyatê şîna heyamekê ye. 

Çavkanî

Dicle, M. Berfa Sor, Weşanên Zîz, 2023

Agamben, G. Tanık ve Arşiv Auschwitz’den Artakalanlar, (Wer. Ali İhsan Başgül), Dipnot

Ricoeur, P. Hafıza, Tarih, Unutuş, (Wer. M.Emin Özcan), Metis, 2012

Nichanian, M. Edebiyat ve Felaket. (Wer.Ayşegül Sönmezay) İletişim,2011


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Di sala 1977’an de hatiye dinê. Ji Omera ya Farqînê ye. Di Zaningeha Marmarayê de rojnamegerî xwendiye. Şi’r û nivîsên wî di hin kovar û malperên Kurdî û Tirkî de weşiyane. Keser (2012,Nûdem), Încas (2016,Avesta) û Şînşem (Avesta,2021) dîwanên wî yên çapbûyî ne. Li Stenbolê dijî.

Te ev dîtıne?

Notên Hefteyê: Çîroka kesên ku nikarin çîroka xwe vegêrînin!

I. Hema wisa! Ez, xwe! Yê ku xwe ji bîr dikim û

Romana Kurdî û Rexne -3- : Helîm Yûsiv, Musayê Qamişlokê û Sykesê Londonê

“Şiîr ji birîna derkirî re diaxive” dibêje John Berger [1]. Gelo roman

Ziman û Dîstopya: 1984 û 2084

Insan, ji gelek aliyan ve, ji candarên din cuda ye. Ziman wek