Dema mirov serdest be divê bêhnfireh be, sebr mifteyek ji mifteyên serkeftina serdestîyê ye. Berovajîya wê bindest divê destsivik, bi lez û bez bin. Sebra Hîtler nebû, lez dikir lewma jî têk çû. Kadroyên kemalîzmê bi sebr bûn, îro nebe sibê, nebû du siba wê karê wan li gor bîr û bawerîya wan dê biçûya serî. Çawa ku di gelek gotarên xwe yên devkî û nivîskî de Fuad Onen ji bo pênaseya serwerîya tirkan a li ser kurdan dibêje jenosîda domdar û demdirêj, eynî wisa ye. Û peyva vê domdarî û demdirêjîyê jî sebr e. Bêhnfirehî ye. Gav bi gav e.
***
“[K]es mîna wergêran li min mêza nake.
Kurd wekî qesabekî li min dinêrin ku ez goştê wan difiroşim,
tirk jî wekî qesabekî li min dinêrin ku ez goştê xirab difiroşim wan.
Ez qesabekî bêqidoş im ku hem goşt hem goştxwer neyarên min in”.
Elî Îhsan Akansu
Di romana Dagirkirina Tarîtîyê de, wexta Ismet Oktay rojekê ji xew radibe û nema bi tirkî dipeyive, bûyereke şewbê dest pê dike. Ev yek piştî lêkolînên dewletê û bi zêdebûna kesên tûşbûyî dibe rewşeke karantînayê û dibe xetere ji bo dewleta Tirkîyeyê. Li cem dewletê yek ji pirsgirêka sereke ew e ku ev kes bi çi zimanî dipeyivin û pêdivî pê heye ku ji xwe re wergeran peyda bikin. Îcar hêdî hêdî pê dihesin ku zimanên vegêrîyayî, zimanên wan kesên otokton in. Balkêş e ji bo her zimanî li ser derîyê wergêran nav heye (mînak wergêrên ermenî û yûnanî dinivîse) lê li ser odeya wergerê kurdî nav tuneye. Dosyeyên tûşbûyîyan hene, li ser ya kurdî dinîvîse “zimanekî nenas”. Li gor wezîrê tendurîstîyê navlêkirina tercimanîyê jî şaş e; ew tiştê ku ne wekî ziman be, karê tercimanîyê jî tê da nabe (99).
Elî Îhsan Akansu yek ji wan wergêran e ku tam derbê dewletê ye. Tirk e û kurdî dizane. Heya wê demê, çi kesên kurd, karê wergêrîyê kiribin bi hincetekê terkî bajêr kirine da ku xwe nekin amûrê dewletê. Bi vî rengî redkirina karê wergêrîyê, xîreta kurdên wê demê dest nîşan dike.
Prototîpa malbata Akansuyan yek ji daneyên civakî û polîtîk a kemalîstan e ku li laboratuwara Kurdistanê egera serkeftina xwe diceribînin. Ev malbat ji sê kêsan pêk tê: Tariq Akansu komîserê zimên ê Kurdistanê ye, kurê mezin Arsîn kurekî ne ji bavê xwe (ne bi mehneya bîyolojîk lê bi mahneya bîr û bawerî), şoreşgerekî dijî Gurên Boz û Dewleta Tirkîyeyê ye, kurê biçûk jî di navbera herduyan de serîyekî bêbiryar e (di karê xwe de tirk e lê bêhizur û nerazîyê karê xwe ye).
Di vê nivîsê de ez ê behsa wêrgêrekî (her weha temsîla wergêrîyê ye) bikim bê çawa di navbera pergala dagirker û gelê mêtingehkirî de nikare bibe cihê serkeftinê.
Wextê Tariq A., kurên xwe Arsîn û Elî Îhsan wekî pedagojîyeke dagirkerîyê bi xwe re dibe ber karê xwe yê îşkencekirinê, berovajîya Arsîn, birayê biçûk Elî Îhsan kêfê ji karê bavê xwe dibîne. Ev ferqa wan a yekem e ne şaş bim, di nav her du birayan de. Wextê Arsîn li hemberî kirinên bavê xwe yên hovane terka malê dike û dibe dijminê Dewletê, rakirina vê şerma li ser malbatê dikeve ser milê Elî Îhsan. Li gor pêdivîya bavê xwe, heke yekî nekurd bi zimanê qijikan (kurdan) bizane dest bi karê hînbûna kurdî û peyre jî dest bi casûsîyê dike. Di berhemê de wek hespê Troyayê tê binavkirin (338). Elî Îhsan, bi destê bavê xwe, ji bo ku raz û sirên kurdên girtîgehê hîn bibe di dilqê sabûndizekî de dikeve girtîgehê. Piştî serkeftina karê xwe, bavê wî pê serbilind dibe: “tu wê şerm û fihêtîya ku Arsînî anî ser malbata me, ji holê radikî. Tu niha beşek ji dewleta Tirkîyayê yî” (329). Elî Îhsan bi muhbîrîya li ser kurdan re dibe beşek ji Dewletê. Sêwirîna cimateke xeyalî têrê nake, Dewlet li benda çalakîyê ye.
Dema bûyerên romanê di hişê xwîneran de, li ser kronolojîyekê bê şopandin, mirov têdigehije ku di gelek xalan de dudilîyên Elî Îhsan hebûne. Ji sedî sed nebûye beşeke Dewletê, pareke hovnebûyî di xwe de hiştîye. Wextê ku bavê wî serkeftina wî pîroz dike, asoxî bi temamî wek ya bavê xwe nekirîye. Elî Îhsan, Înan Boran û Çetin Polat eşkere nekirîye ku endamên rêxistina nihênî (Dûyê Nivê Şevê) ne, tenê kirîye ku cezayeke ji gulekirinê kêmtir bibînin.
Elî Îhsan di navbera Tariq (celad) û Arsîn (qurbanî) de ne biqasî Tariq A. reş, ne jî biqasî Arsîn spî ye: “Ez bi roj wergerê efser, celad, û generalan im û bi şev li ser qurbanîyan digrîm” (257).
Biqasî ku di xwekuştina bavê xwe de alîkarîya wî bike, di bin fermana bavê xwe de ye. Lêbelê di vê alîkarîyê de mirov dikare nefretekê jî tê de bibîne, hesta dadwerîyê jî. Bo nimûne, êdî di rojên xwe yên derûna têkçûyî de Tariq A. dest ji şûştina serê xwe berdide, xwe naşo. Berovajîya bavê xwe, mirov li cihên karantînayê dibîne ku Elî Îhsan her û her serê xwe dişo. Şûştin û neşûştin cureyeke gunehkarî, xwepaqijkirin û dijayetîyek di navbera kur û lawê xwe de ye.
Wextê Arsîn li malê qefeskirî ye ji hêla hizrî ve ji Elî Îhsan azadtir e. Vê yekê dixe serê wî jî, han dide wî bi mirovbûna xwe bihesîne. Elî Îhsan yekê kêmxwende ye (ev celeb mirov li cem Arsîn kêmendam in, “xwedîyên xirabtirîn cureyê kêmasî û nexweşîyan in”[510]). Heya wê hingê Elî Îhsan bi jinekê re têkilî nedanîye, Arsîn vê yekê jî li ber wî dixe. Arsîn dixwaze bigehije kûrahîya derhişa wî: “Ez ji bo te dibêjim, pêwistîya te ji ya min bêhtir pê heye ku vê zîncîra min vekî”; “Elî Îhsan, ev kar cinawir jê ra divê, lê tu ne cinawir î” (468). Elî Îhsan jê re dîyar dike ku heta Tariq A. sax be nikare zîncîrên wî veke (461). Her ku ji vê zindanîkirinê aciz be jî bi ya bavê xwe dike. Rojekê wextê bavê wî dike hirçekê (temsîla kurdan û Arsîn e) bikuje Elî Îhsan rê li ber digre. Her wekî din wextê bavê xwe li çol û çîyayan bi darê ve girê dide jê re dibêje: “Cinawirên ku dê te li vir bikujin, ji wan cinawiran birehmtir in ku dê tu li Enqereyê bikuştana” (528). Ev jî nîşan dide ku li cem Elî Îhsan kurd ji tirkan birehmtir in. Wextê Elî Îhsan ji çiyê vedigere derîyê hirçê vedike diçe cem û dest bi girîyê dike.
Di nav van hemû mînakên jorî de xuya dike ku Elî Îhsan dudilê karê xwe û hebûna xwe ye. Bêhizûrîyeke wî ya bi vî rengî heye. Wextê ku Arsîn bi navê derman jehr didê, dişîne girtîgehê û dibe sedema mirina şoreşgerekî, di axaftinên wî û Arsîn de dertê meydanê, heke Arsîn bigota jehr e ew ê Elî Îhsan ev yek qebûl nekira. Arsîn yek ji rêhevalên xwe dide kuştin bo ku birayê xwe xelas bike. Reng e mirov dikare bibêje ku Elî Îhsanê kurê xas ê Tariq A. ji Arsînê dijminê Dewletê birehmtir e.
Li gor ku Elî Îhsan li xwe mikur tê, ji bo zêdenekirina kîn û nefretê tiştên ku wernegerandine ji yên ku wergerandine bêhtir bûye. Lê dîsa jî hay ji wan gunehên xwe yên li hemberî kurdan heye. Tirsa wî ya mezin ew e ku kurd wî efû nekin. Her wekî din carina gotina efserekî tîne bîra xwe: “Xofdartirîn dema dîrokê ew e ku qurbanî celadê xwe dikuje” (351). Ligel efseran ji bo pêknehatina vê yekê her û her qurbanîkirin ferz, ferman û xweparastin e. Pêdivîya celadan bi qurbanan heye. Lê em dibînin ku wisa naçe serî, “wê kêrek bide dû qesasê xwe.” (Îrfan Amîda, “Sê Stêrkên Sondxwarî”, 9). Dudilîya Elî Îhsan ji alîyê her du hêlên sîyasî ve jî dîyar e. Li gor Rêxistinê wî Gurên Boz anîne Dînxaneyê û li gor Gurên Boz jî wî çek ji bo kurdan anîne dînxaneyê da ku xwe biparêzin, lêbelê tev karên Ismet Oktay in. Elî Îhsan piştî bûyerên Dînxaneyê wexta fahm dike ku êdî dudilîya wî gehiştîye qonaxeke metirsîyê ji xwe re dibêje: “Ji te we ye rik û kîna ku heftê sal in karmend, efser û Artêşa Tirkîyayê diçînin, dê bi min were rastkirin? Ma bi wergêrekî kelevajî tê rastkirin?” (617).
Têgehên li ser wergêrîyê tim bi rengekî xerab hatine danîn: casûsî (her cure karê wergêrîyê wisa tê pênasekirin), kelevajî, dijminî (“di navbera du dijminan da wergêr tim dijminê sêyem e” [680]), qesabbûyîn hwd. çend wesfên nimûneyî ne. Ji fahma vê jêrderka “wergêrekî kelevajî” mirov dikare vê derxe pêş: gelo bi her awayî wergêrî di navbera sazûmanên dagirker û mêtingehan de pêkan e? Ji qesta “gelo jêrdest dişên bipeyvin” (Spîvak) ango “gelo dişên guh bidin jêrdestan” (J. Maggio) wêdetir derfet an jî sîyaseteke nermokî ya navbeynkar dikare dîyalogekê di navbera dagirker û mêtingehan de deyne? Şêweya kuştina Elî Îhsan wisa dîyar dike ku ne pêkan e. Lewra du caran tê kuştin. Piştî ku rêxistin wî dikuje, jixwe bi fermana Dewlet û Gurên Boz (gelek caran ev her du dibin yek) ekîbek li pey kuştina wî ye. Wextê seh dikin ku hatîye kuştin demildest tên ser meyta wî gule bera meyta wî didin da ku nebêjin bi guleya tirkan nehatîye kuştin. Di laşê wergêr de him guleyên tirkan him jî yên kurdan digejin hev. Bersiva nermkirina kîn û nefreta di navbera her du bereyan de laşekî gulekirî ye.
Çima projeya bîyokemalîzmê di ser malbata Akansu re negehişte mirada xwe?
Dema mirov bi giştî wek şane-nimûneyeke kemalîst li malbata Akansuyan binêre malbat bi her awayî di karê xwe de têk diçe. Akansu şerê xwe yê li hemberî tirsa nedîyar (şîyarbûna kurdan) têk diçe, Elî Îhsan tê kuştin, tenê Arsîn sax dimîne ew jî piştî kuştina birek general û Gurên Boz direve derveyî Tirkîyeyê. Ev têkçûneke”miazam” e ku serekê malbatê bi doza Atatûrkbûyînê radibû. Bi kurdîya reş, ev malbat siwar tê, nikare bi peya jî vegere. Sedema têkçûna şaneyekê jê û her wekî din bi giştî serkeftina kemalîzmê ku ev sed sal in li ser pêyan e, berovajîya ji nimûneyên xwe yên cîhanî yên dîtir (faşîzmên dîtir ên ewropî: Hitler, Musolînî, Franko) çi dibêje ji me re?
Bi ya min gelek hokar hene, yek ji wan nebûna sebr, hebûna lezgînî û dudilîyê ye. A din jî nebûna jinê ye (ne eqlê jinê, hevkarîya jinê).
Dema mirov serdest be divê bêhnfireh be, sebr mifteyek ji mifteyên serkeftina serdestîyê ye. Berovajîya wê bindest divê destsivik, bi lez û bez bin. Sebra Hîtler nebû, lez dikir lewma jî têk çû. Kadroyên kemalîzmê bi sebr bûn, îro nebe sibê, nebû du siba wê karê wan li gor bîr û bawerîya wan dê biçûya serî. Çawa ku di gelek gotarên xwe yên devkî û nivîskî de Fuad Onen ji bo pênaseya serwerîya tirkan a li ser kurdan dibêje jenosîda domdar û demdirêj, eynî wisa ye. Û peyva vê domdarî û demdirêjîyê jî sebr e. Bêhnfirehî ye. Gav bi gav e. Lê Tariq hemû bêhna xwe bi yek carî berda. Bêhna wî çiqîya tirsa wî ya derewîn a rasteqîn jî zû ew pabendî xwe kir û têk bir.
Akansuyî dema dest bi seferên xwe yên pîroz dikin û dikevin ser rêya dagirkirina tarîtîyê di malbatê de jin tune. Nebûna jinekê ango dayikê jî li ser perçebûna wan a bi vî awayî xwedî roleke girîng e, her ku em agahî ji dayîka wan nizanin jî. Wextê dêya zarokan dimre yek neh deh salî ye, a din şeş heft. Her du lawik demek dirêj li cem dapîra xwe dimînin. Wisa tê neqlkirin ku dapîra wan ji bilî tirsa ku agir bi mala wê nexin bi wan re eleqedar nabe. Berî ku ji Enqerê bar bikin bên Dîyarbekirê bi mehekê, dapîra wan bi xwe agir bi mala xwe dixîne û dimire. Mirov dikare bibêje ku di teşegirtina derûnsazî û kesayetîya wan de valahîyeke jinê heye. Û her wekî din ev yek agir bi mala Akansuyîyan xistîye. Pedagojîya hiş(mendî) ya Akansu ji fermanan pêk tê. Ew zêde ne xuya ye, her li derve ye lê fermanên wî hene. Jê re hevkarek lazim e, ew jî dayik e lê tune ye. Her ku bi “evîndarî”, Zeynep Yilmazê (nivîskareke tirk) bîne mala xwe jî, nebûna jinê, bi mahneya hevkarê baviksalarîyê, li malê kêm e.
Hêma û sûretên jinên kemalîst bînin berçavên xwe, em dê bibînin ku jin ne bi jinbûyîna xwe ya heqîqî (ne bi mejîyê jinkî) tevlî pêvajoyê tirkkirinê dibin. Bi mîlîtarîsmê tevlî dibin. Mirov Şaredara bajarê Aydinê ya Tirkîyeyê, Özlem Çerçioğlu, bîne ber çavên xwe bes e. Di bombekirina Afrînê de wê navê xwe li ser bombeyan dabû nivîsandin. Heke hevkarîya jinê nebûya reng e ku wêneya kemalîzmê bes ji rengên leşkerî û burokrasîyê pê ve tiştek nebûya. Delîlên vê yekê jî ev in: di malbata Akansuyan de nebûn, tunebûn û tunekirina jinê bi mahneyeke hişmendî dihêle ku tekane rê, rêbaza Akansu (tundrewîya xwerû) be. Lê belê bi tevkarîya jinan, kemalîzm reh û damarên xwe di civakê de berdan, berbelavtir bû, pergala wê ji şîdeta tazî/xwerû ya leşkerî zêdetir kiraseke biyopolîtîk li xwe kir. Ev nayê wê mahneyê ku tevgere jinan a li dijî vê yekê nebûye. Belê eqlekekî jinankî yê tirkan jî heye. Ew jî li dijî gelek kirinên dewletê rabûne. Femena Tirkî yek ji wan sazîyan bû ku ji Erdogan re gotin “destê xwe ji Afrînê vekêşe.” Ji bo fahmkirina eqlê jinê yê mêrankî (tevlîbûna jinê ya kemalîzma mîlîtarîst) û eqlê jinê ya jinankî mirov dikare sûd ji têgeha odîpûsa tîkane û berwarî ya Juliet Mitchell bigre. Li gor Mitchelê odîpûsa klasîk tîkane ye, di navbera bav û zarok de; lê pergala dayikê, odîpûsa berwarî ye, di navbera xwişk û birayan de wekhevîyê saz dike. Mirov dikare bibêje ku îtaatkarîya jinê bi dewletê re şûngirtin û şîrîkatîya baviksalarîyê ye, lê berovajîya wê eqlê jinê girêka odîpûsa civakî ber bi berjewendîyên civakê ve dibe.
Em rengê dayika wan nizanin çi bi mêrankî ye an bi jinankî ye, lê belê behsa dapîra wan jixwe ji bo fikirkirina dayika wan jî tiştekî dibêje. Xuyaye Arsîn wexta ji bo Elî Îhsan behsa nebûna jinê dike, ne tenê behsa şehwet û pevşabûnê dike, bi ya min behsa azadîyê dike. Lewra piştî mirina bavê xwe û berdana Arsîn, Elî Îhsan xwe di zewacê de diceribîne. Jineke (kurd) li dijî zagona bavê xwe (“ji bilî keçikeka xas û canik a bi esl û feslê xwe tirk”[268]) tîne lê zewaca wan piştî hînbûna karên ku Elî Îhsan û bavê wî kirî, têk diçe. Ismet Oktay (Gurê Boz ê kevne) jî li Başûr bi jineke kurd re zewicî bû, dilê Arsîn ketibû keçeke kurd, dûre têkilîyên evîndarîyê bi jineke yûnanî re danî. Bi giştî çûyîna ber bi jinên kurd û yûnanî ve, rola jinê ya azadîyê dest nîşan dike, lewra ne bi dagirkirinê bi dilê azadî û “telafîkirinê” ber bi wan ve diçin.
Bi jêderk û angaşta li ser nebûna jinê tenê min xwest rengek ji rengên sedemên têkçûna şaneyeke kemalîzmê berpêş bikim. Esil di berhemê de nebûna bav jî bi awakî beloq li meydanê ye. Wexta ku Mehdîyê wergêr ji bo hînkirina kurdî tê cem Tariq A. pê re bêtirs dipeyive, bo Elî Îhsan balkêş tê. Wexta Elî Îhsan hînî kurdî dibe, bi kurdî stranan dibêje (her cure karê kurdî ji bilî hînbûna kurdî qedexe ye ji Elî Îhsan re) Mehdîyê wergêr jî li cem dilê xwe jê re cihekî taybet datîne. Li gor bîrûbawerîya Mêhdî kesek ancax ji zimanekî hez bike dikare pê stranan bibêje. Çawa ku wekî kurekî li Elî Îhsan mêze dike, Elî Îhsan jî wî dixe şûna bavê xwe.
Wexta darbeya 27ê Gulanê çêdibe Tariq A. li ber tirkbûnê dikeve, wek dawîlêanîna tirkbûnê şîrove dike û her weha ruhê kemalîzmê bi rengekî “ne mela, ne artêş” wesf dike. Bi ya min, li vir ew li dijî şîdeta li ser tirkan e. Çimkî ew bixwe qurbanê bikaranîna şîdeta zêde bû ku li ser kurdan disepand. Heke parikî sebr bikira dê bidîta ku piştî gelek darbeyên klasîk û postmodern hemû şaneyên kemalîzmê (bîyokemalîzm) rehên xwe di bedena civaka xwe de berdide, dudilîyên wergêran namîne, lewra êdî pêdivî bi wergeran nîne.
Gelo bi rastî wisa ne, di navbera kurd û serwerîya tirkan de pêdivî bi wergêran heye? Gelo her cure sîyaseta legal (çi çepgir, çi lîberal û oldar û çi jî pabendî partîyên tirkan) a kurdan êdî awayekî ji awayan karê wergêran nakin jixwe? Tevî dudilîyên xwe (?).
Çavkanî
Amîda, Îrfan. “Sê Stêrkên Sondxwarî”. Şopa Neşûştî, Lîs, 2005, rr. 9-10.
Elî, Bextîyar. Dagirkirina Tarîtîyê, Kurmancîkirin Besam Mistefa, Şilêr, 2022.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.