Li Colemêrgê xelkê li çawişan xist

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê tê gotin ku çawişên pispor destdirêjî li zarokan kirîye û xelkê li wan xistîye.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li navçeya Çelê welatiyan li çawişên pispor xistine. Hat gotin ku çawişên pispor di “Festîvala Foto Safarî û Sporên Xwezayî” de zarok tacîz kirine. 

Walîtiya Colemêrgê li navçeya Çelê “Festîvala Foto Safarî û Sporên Xwezayê ya Çelê” li dar xist. Di konsera roja dawî ya festîvalê de, hat diyarkirin ku du zarok bi tacîza çawişên pispor re rû bi rû mane. Ciwanên beşdarî konserê bûn, li wan çawişên pispor ku tacîzî zarokan kirine, xistin. Çawişên pispor rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çelê. Wek her carê dîsa hat îdiakirin ku ev çawişên pispor serxweş bûn e. 

POLÎS JI ÇAWIŞÊ PISPOR RE DIBÊJE: TENGASÎ TUNE YE

Di dîmenan de tê bihîstin û xuyakirin ku polîsek ji çawişek pispor re ku rakirine nexweşxaneyê dibêj, “Huseyîn tengasiyek tune ye.” 

Şîrove bike