Hejmara 88an ya Bîrnebûnê derket

Kovara Bîrnebûnê hejmara xwe ya 88an çap kir û belav kir.

Bîrnebûn kovareka çarmehane ye û di vê hejmarê da cih daye nivîsên wekî gotar, hevpeyvîn, çîrok, helbest û hin cûreyên din.

Li ser çand, huner û dîroka Kurdên Anatoliya Navîn gelek rapor, nivîs, hevpeyvîn, çîrok, gotar û helbest hatin weşandin.

Kovara Bîrnebûnê 27 sal in weşana xwe didomîne.

Naveroka kovarê

Ji bîrnebûnê, Alî Çîftçî
Rêwîyê Helbestan; Mem Xelîkan, Memduh Selim
Di rojên îmzeyê da eleqeyên baş hebûn, Adem Özgür
Qamyona Îzzet, Mem Xelikan
Medyaya civakî û diyasporaya kurdî, Prof. Dr. Haci Akman
Hewî, Bêrîvan Xizêmzêr
Çend kilamên dila ji gundê Mikaîla, Dr. Mikaîlî
Huner, Muzaffer Özgür
Ken, Rojvan Enes
Bayê vejînê, Xizan Şîlan
Maf û Axa, Newal Iskan
Koçberî û bêwelatî: Di navbera du welatan da kurik bûn, Adem Özgür
Romanek ji edebîyata kurdên Anatoliyê, Rohat Alakom
Henek, Seyfi Doğan
99 gotinên Albert Einstein, Wergera ji almanî: Nuh Ateş
Qerfo, Seyfi Doğan
Quto, Seyfi Doğan
Helbest, Seyfi Doğan
Sirî zivîrok, Bilal Celepli
Kurdistana bê nasname, Mehtab Îdelî
Bê(sedem) kurteyeka wêjeyî ya derûnîya hezkirinê, Mistoyê Heco

Kovara Bîrnebûnê

Komek rewşenbîrên ji kurdên Anatoliyê, li Almanyayê li ser derxistina kovarekê li hev kirin û li Newroza 1997an de bi hejmara yekem a Bîrnebûnê derketin pêşberî xwendevanên xwe. Kovarê, piştî hejmara duyemîn di bin Weşanxaneya APECê li Swêdê dest bi weşanê kir. Bîrnebûn bi sernavê “kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya kurdên anatoliyê” derdikeve û heta niha di derbarê kurdên Anatoliyê de gelek çavkanî weşand. Dîrok, civaknasî, erdnîgarî, etnolojî, folklor û devoka kurdên Anatoliyê; eşkerekirina belge û agahiyên ku heta îro nehatine vekolîn û veguheztina çavkaniyên devkî ji armancên herî girîng ên kovarê ne. Di kovarê de dîrok, wêje, kurteçîrok, çîrok, helbest, şano, folklor, efsane û wergerên li ser kurdên Anatoliyê cîh digrin. Nivîskarên Bîrnebûnê di kovarê da li ser lêkolînên çandî, dîrokî û edebî disekinin. Ji ber vê yekê kovar, di çerçoveya prensîba bêalîbûnê de tê çapkirin. Ev yek jî di hejmara “Destpêk” a hejmara yekem a kovarê de, ku li ser dîrok û çanda kurdî radiweste, hatiye teqezkirin.
Her wiha heta niha gelek nivîskaran di kovarê de cîh girtin û gelek nivîs, hevpeyvîn û nûçe amadekirin.

Şîrove bike